12 oktober 2016

Jiyana teqawîdiyê bêyî kûçik zor e


Xwedê zane dawiya umrê xwe ezê ji xwe ra kûçikekî biçûk bikirim. Lê ya xerab orta min û kûçikan jî zêde tuneye.
Lê ji pisikan pir hez dikim. Ji xwe di zarotî da tim pisika me hebû.
Çimkî li vî welatî wek kalekî teqawit/malnîşîn bêyî kûçik jiyan pir zahmet e.
Berê min henekê xwe bi kesên xwedî kûçik dikir, lê nuha fêm dikim bê kûçik çi feydeyê digihîne merivê bi tenê.
Di dema meş û piyasê da, meriv bê kûçik be, kes li ruyê meriv jî nanêre.
Her roj piştî xurîniyê û bîstek xwendin û vir da û wê da, ez derdikevim li dora saetekê û carnan jî saet û nîvekê dimeşim, piyase dikim.
Ji ber ku xanim li kar e, ez bi tena serê xwe piyase dikim.
Di wan saetan da kal û pîrên wek min li der ve pir in, lê hemû kûçikên xwe digerînin.
Kesên xwedî kûçik li hev disekinin û li ser kûçikên xwe bi hev ra dikevin şêwr û mişêwran.
Têkilî bi rengî dest pê dike û pêş da diçe…
Ji ber ku kûçikê min tuneye, ne ez li wan disekinim û bi wan ra dikevim sohbetê û ne jî ew.
Ji ber ku kûçikê min tuneye ne ew silavê didin min û ne jî ez didim wan.
Em bêyî lam û cîm, bêyî silav û kilam, bi awirên di bin çavan ra di ber hev ra derbas dibin.
Li vî welatî peydakirina hevalan, bi taybetî jî wek xerîb(biyanî)û wek mêr(peya, zilam)gelkî zor e.
Lê kûçik ji meriv ra pir rehet hevalan çêdike, heta carnan dibe sebeb û alîkarî evîneke nuh jî.
Lê ez feqîrê Xwedê ne li pey tu evînên nuh im, evîna min li mal e û heta mirinê jî ezê di ser wê ra tu dilan, tu evînan nehebînim.
Lê ji xwe ew dem jî derbas bûye, ev jî rastiyeke.
Erê dil carnan kane delo dîn be, lê ne zirzop e, ew jî guh dide aqil û xwe rezîl nake.
Erê li vî welatî teqawidî bêyî kûçik zor e, lê problem ez ji kûçikan zêde hez nakim, xanim keça gundî ye lema jî ji kûçan pir hez dike.
Lê orta min û kûçikan hewqasî tuneye. Nehezkirina min ya kûçikan ne ji ber dînî ye, baweriyeke min ya wer tuneye.
Belkî jî ji ber ku em merivên pîs, rezîl, hevalbendên neyaran dişibînin kûçikan lema dilê min li kûçikan, li vî heywanê hêja rûnane.
Esas kûçik heyawanekî pir sadiq e, tu carî bi xwediyê xwe ra îxanetê nake. Lê însanên bûne ”kûçik” dikin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE