12 oktober 2016

Kurd bûna xezal û tirk jî bûna tajî...

Di Facê da ez rastî vî rismê rewşa tirkan û kurdan xweş teşbîh kiriye hatim. Bi rastî jî dewleta tirk, hukûmeta AKPê eynî wek di vî rismî da hatiye teşbîhkirin dixwaze kurdan bixwe.
Lê di eynî wextê da tiştê dike dînîtî ye, xelasiya wî jî tuneye...
Tirkan wek dewlet,wek milet hebûna xwe bi tunebûna kurdan ve girê dane. Hukûmeta AKPê, serokkomar Erdogan dibêje kurd li asîmanan jî bibin xwedî mafekî netewî, bibin xwdî dewlet em qebûl nakin, li wir jî emê êrîşî wan bikin.
Ev haletî ruhiya tirkan û Erdogan paranoyayeke bêemsal e. Motajî tedawiyê ye.
Sûriye îşxal kirine dibêjin ji bo ku kurd Sûriyê perçe nekin û nebin xwedî dewlet em li vir in.
Li Îraqê Başîkê û 10 ciyên din îşxal kirine, dibêjin ji bo ku kurd demografiya Îraqê neguherin, yanî ji bo ku Îraq perçe nebe û kurd serxwebûna xwe îlan nekin em li vir in.
Her siyasetmedarê tirk, her rojnamevan, her akademîsyen û leşkerê tirk gava devê xwe vedike, tu dibêjî belkî dînekî, paranoyaqekî ji tîmarxanê reviya; bêyî tirsa ji PKKê û kurdan tu gotineke din ji devê wan dernakeve.
Ez dibêjim felaketên sed sal berê Îttîhatçî bûn sebeb Erdogan û partiya wî AKP jî ewê bibin sebeb…
Hêvî dikim hukûmeta AKPê dev ji vê siyaseta xwe ya antî-kurd, paranoyak berde. Lê bi qasî ku ez nuha dibînim tu hêza kanibe li hemberî Erdogan rabe û hukûmetê mecbûrî siyaseteke aqilê selîm bike tuneye…
Hêvî dikim hin mucîze çê bibin…

XXX
Li Tirkiye mezlûmên do bûne zalimên îro. Îcar ew bi zalimiya xwe kurdan dipelixînin. Lê ev dewran ewê ji van zaliman ra jî nemîne.

XXX

Nûnerê Obama yê taybet Brett Mcgurk gotiye, ”Fersendeke pir mezin ketiye destê kurdan lê belê kurd perçeperçeyî ne.”
Her kes viya dibêje, hemû xêrxwaz û dostên kurdan dixwazin kurd dev ji neyartiya hev berdin û yekîtiya xwe çêkin û vê fersenda dîrokî îcar jî ji dest xwe bernedin.
Ji bo yekîtiyê qareqara miletê kurd e lê belê deng naçe serok û partiên kurdan yên xwedî hêz û îmkan.
Heger îcar jî kurd, bi taybetî jî li Kurdistana başûr û rojava ji vê fersenda dîrokî feydeyê nebînin û li van welatan negihîjin azadî û serxwebûna xwe, sebebê vê yekê êdî ne dijmin in, serokên kurdan yên îro ne, partiyên kurd yên îro li başûr û rojava û bakur in.
Bi gotineke hîn vekirî, PKK, PDK, YNK, Goran, PYD, partî û hêzên îslamî berpirsiyar û mesûl in.
Dibê her kurd êdî wek Brett Mcgurk vê rastiyê ji serok û partiyan ra bibêjin. Û heta dibê gel bi vê jî nemîne, li her welatî, li her bajarê Kurdisanê ji bo yekîtiyê meşên kîtlewî çêke, zorê bide serokan.
Nivîskar, ronakbîr û partiyên biçûk jî kanin tiştên wiha bikin û bi çalakiyên xwe zorê bidin serokan.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE