14 oktober 2016

"Kurd şûrê dijminê xwe disûn" !

Wezîrê karên derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî, gotiye Îraq naxwaze Tirkiye tevî operasyona Mûsilê bibe û ji bo ku tevê nebe jî ewê hemû rêyên dîplomatîk biceribînin.

Lê ”gava rêyên dîplomasiyê pere nekir, emê rêyên yasayî biceribînin. Em di wê baweriyê de ne, ku dema serweriya Iraqê bên binpêkirin, bijardeyên din li pêşiya me vekirî dibin. Tu kes jî nikane sînoran ji tercîhên me re dayne.”

Gelo ji bo çi Tirkiye bi israr dixwaze beşdarî operasyona Mûsilê bibe, çima di vê da hewqasî israr dike?

Bi dîtina min sebebê vê pir vekirî ye, Tirkiye dixwaze rê li ber yekbûna Kurdistana başûr û rojava bigre bigre. Gava di vî warî da bi ser keve, yanî gava li Mûsilê bibe xwedî gotin û Mûsilê ji destê kurdan derxe rê li ber yekîtiya kurdan serxwebûna Kurdistanê jî digre.

Yanî dixwazin Kurdistanê perçe bihêlin û bi vê tiyê nehêlin di pêşerojê da Kurdistaneke yekbûyî ava bibe.

Erdogan îro dîsa gotiye, ”eger hêzên hevpeymanan nexwazin Tirkiye beşdarî operasyona Mûsilê  bibe, ewê hingê plana xwe ya B têxin dewrê û eger ew jî nebe, ewê plana xwe ya C cîbicê bikin.”
Negotiye qesta wî bi plana ”B” û C”” çi ye. Lê meriv fêm dike ku dibêje em ne ji Sûriyê û ne jî  dernakevin.

Wek tê zanîn Erdogan gelek caran gotiye heger di wexta da xwe da wan li Tiriyê cî bida leşkerên Emerîka û ew jî bi hêzên hevpeyman ra beşdarî operasyonên li dijî Seddam bibûna “bakurê Îraqê “ yanî Kurdistana Federe çê nedibû.

Û nuha jî ji bo ku “bakurê Îraqê” nebe Kurdistaneke serbixwe û li Sûriyê jî kurd nebin xwedî maf û desthilat, bi zor be jî dixwazin têkevin Sûriyê û Îraqê û leşkerên xwe yên heyî jî ji van herdu welatan venekşînin.

Yanî ev israra Tirkiyê ya beşdarbûna operasyona Mûsilê hemû ji bo kurda ye, ji bo ku Mûsilê ji destê kurdan derxin û nehêlin Kurdostaneke serbixwe çê bibe.

Û PDK jî mixabin li dijî vê plana Tirkiyê dernakeve û gelek kurdên din jî ji bo ku PDK bi Tirkiyê ra ye, ew jî ji vê plana Tirkiyê ra li çepikan dixin û îşxala Başîkê û Mûsilê wek heqê Tirkiyê dibînin.
Ahmet Zekî Okçuoglu li ser bêtifaqiya kurdên başûr gotiye, “kurd bi tûjkirina şûrê neyarê xwe ve mijûl in”!

Bi dîtina min tespîteke rast e, hinek şûrê Tirkiyê û hinek jî şûrê Îranê tûj dikin. Nizanin ku Tirkiye û Îran sibe ewê bi wî şûrî serê PDKê jî, yê YNKê jî, Yê Goranê jî û yê PKKê û PYDê jî bibirin…

Heger PDK, YNK, Goran, PKK û PYD di demeke kin da dev ji vê siyaseta malwêran bernedin û yekîtiya xwe çênekin sibe kane dereng be. Bi taybetî jî PDK, PKK û YNK dibê însîyatîfê bigrin. Çimkî yên xwedî hêz ew in, gava ew dest pê bikin yên din jî ewê bidin dû wan.

XXX

Tiştê ez dibînim siyasetmedarên başûr bi destên xwe gorra xwe dikolin.
Sibe gava Tirkiyê û Îranê ew totî wê gorrê kirin, ewê şaşiya xwe fêm bikin, lê ewê dereng be. Ew çi bikin jî ewê nikanibin ji wê gorrê derkevin.
Partiyên Kurdistana başûr heger dev ji hevalbendiya Tirkiyê û Îranê bernedin û di demeke kin da yekîtiya xwe çênekin û li hemberî Tirkiyê û Îranê nebin xwedî sekn û siayseteke mişterek û netewî ewê zirareke pir mezin bibînin, ewê Mûsilê wenda bikin.
Û piştî wendakirina Mûsilê, ewê dor were wendakirina Hewlêr. Tirk dixwazin kurd li Mûsilê wenda bikin, Mûsi ji ereban tenê ra bimîne. Û ji bo vê jî li wir in.
Gelek kurd nuha di bin xêliya parastina Barzanî û KDPê îşxala Tirkiyê û hevkariya PDKê ya bi Tirkiyê ra bi ruh û can diparêzin, lê di rojên pêş da ewê pir poşman bibin. Ev ne henek e, bi navê welatparêziyê siyaseta Tirkiyê ya antî-kurd diparêzin.
Hêvî dikim ev tirsa min bêbingeh be.
2016-10-13

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE