19 oktober 2016

Kurdan sînorên neyaran danîne rakirine



Cenazeyê Fermandarê Pêşmerge Servet Abîşka(Berxwedan Mêrdînî), du roj berê li Mûsilê di şerê li hemberî Daîşê da şehîd ket. Serwet Abîşka, li Qosera qeza Mêrdînê ji aliyê malbata wî ve bi merasimeke mezin hate pêşwazîkirin.
Kurd êdî sînorê sûnî nas nakin. Pêşmergeyên Kurdistana bakur, başûr û rojhilat, li başûr bi birayên xwe ra di yek sengerê da mil bi mil ji bo Kurdistaneke azad li hemberî dijminên xwe şer dikin.

Kurd êdî sînorên neyaran danîne nas nakin. Ev pêşketineke tarîxî ye, nîşan û îspata xurtbûna hestên netewî ye. Îspata miletbûnê ye.
Piraniya kurdan êdî wek ferdên miletekî difikirin û ji bo yek hedefê, serxwebûna Kurdistanê dixebitin û canê xwe feda dikin.
Lê piraniya serokên kurdan hîn wiha nafikirin, halîhazir hedefeke wan ya wiha jî tuneye. Wek kurd dibê meriv tim vê armancê bi bîra wan xe.

XXX
Serpêhatî, tecrûbe ji bo siyasetmedaran, heger ji bîr nekin gelkî muhîm e.
Ebedî îro di tengasiyê da ye û ji bo bicîanîna madeya 140î û pêşeroja Kurdistanê kane gelek sozên devkî bide birêz Barzanî û kurdan.
Lê sibe ew û aliyê sunî kanin li hev bikin û herdu bi hev ra dîsa şerê kurdan bikin.
Kes nikane bibêje tiştekî wiha ne mimkûn e.
Tiştê meriv ji birêz Mesûd Barzanî dipê, dibê serpêhatî û tecrûbeyên xwe yên bi ereban ra tu carî ji bîr neke.
Hêvî dikim piştî rizgarbûna Mûsilê, kurd hemû hermên welatê xwe paş da bigrin û serxwebûna xwe îlan bikin.

XXX


Kosret Resûl sekreterê YNKê ye. Do lawê wî Şalaw birîndar bû.
Kurd, bi serok û zarokên serokên xwe ve di sengera şer da ne. Zafer ya wan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE