24 oktober 2016

Li pişt êrîşa ser Kerkûkê Tirkiye derket

Li pişt êrîşa ser Kerkûkê Tirkiye derket. Daîşiyekî hatiye girtin gotiye "em bihelîkopterên Tikriyê hatin nava Kerkûkê."
Fermo, bira birêz Mesûd Barzanî û serokên kurdan bibînin dewleta tirk, Erdoganê dost û mitefikê wan, li Kerkûkê ji wan ra çi gorr kola bûn.
Lê dîsa şansê me heye êrîşkar bi ser neketin.
Ev cara duyem e tirk çeteyên xwe Yên Daîşê berra kurdan didin. Cara pêşî xwestin Hewlêrê bigrin.
Tu nemabû tirk bi nîv henekê Kerkûkê ji kurdan bigirin. Û dû ra jî ewê qetlîameke mezin bikirana û Kerkûk ji kurdn paqij bikirana.
Meriv ji dîroka xwe dersê negre, meriv dijminê bavan wek dostê lawan bibîne netîce ev e...
Serok û berpirsiyarên hukûmeta Kurdistanê dibêjin leşkerên tirk pêşmerge perwerde dike.
Carê şermeke mezin e meriv bibêje leşkerên tirk pêşmerge perwerde dike.
Leşkerên tirk bi xwe Daîş in.
Meriv Daîşê nake mamostê xwe yê leşkerî.
Kurdê, siyasetmedarê bi vî çavî li leşkerê tirk nenêre pir saf e...
Û her wisa safiyeke dûrî aqilan e meriv baweriya xwe bi dostiya dewleta tirk û bi hukûemta AKPê û Erdogan bîne.
Daîşiyên êrîşî Kerkûkê kirin sedîsed di kampên leşkerên tirk da, di kampa Selehedîn û yên nêzî Kerkûkê da hatin topkirin û perwerdekirin û dû ra jî bi helîkopteran birin danîn Kerkûkê.
Helîkopter di bin erdê ra nare, ji hewa dihere, çawa dibe kesî nedît?
Ya jî dîtin ji ber ku ya tirk bû saxî nekirin?
Yanî destik û îhmal sedîsed heye, bêyî îhmalê, bêyî destik êrîşeke bi 100 kesî ne mimkûn e.
Siyasetmedarê, kurdê bibêje me ev qeleşî, ev bêbextî ji Tirkiyê nedipa, bira dev ji siyasetê berde û ji xwe ra here karekî din bike...
Bi hevaltiya, bi baweriya bi Tirkiyê ra PDK û kurdên başûr bi agir dilîzin, gorra xwe û ya kurdan dikolin...
Bi vî halê xwe roja pêşî min got Tirkiye li pişt vê êrîşî ye.
Çimkî ez zanim tirk li dû çi ne.
Ji ber safî û xefleta wan tu nemabû tirk Kerkûkê ji destê wan derxin. Netîceya hevaltî û baweriya bi neyar ra ev e.
Lê berpirsiyarên PDKê, Tirkiyeya ku di esasê xwe da neyarê wan yê herî mezin e hîn jî dost û mitefikê xwe dibînin.
Hêvî dikim ev felaketa mezin ji wan ra bibe derseke dîrokî û êdî ji tirkan qut bibin.
Hevaltiya PDKê bi Tirkiyê ra hevaltiya bi mar ra ye. Meriv pir ne saf be baweriyê bi mar nayne....

2 kommentarer:

  1. Xalo, bi ya min ev pirtir plana Iraq u a Irane ye ku dixwazin Sieyan (hesda sahbi) derbasi nav Kekuke bibe u Kerkuk ji dest kudan derkeve.
    Ji xwe www.badrnew.net ya Heza Bedr a sie ye. Raste li malpera wan de ev nuce heye u heta di nuceyeke de ji dibejin balafiren Tirkyeye xwarin i sileh li Hewiceye ji Isis re avetine (helbet ev yek ne dure ji Tirkyeye ku bike.
    Welhasil hem plana Iran å hem ji ya Tirkyeye ew e ku kurd nebin xwedi dewlet.

    SvaraRadera
  2. Xalo, min do li itirafen wan en hatine girtin neri di Kurdistan TV de bu. Li gor malumatan ew grupp ji nber ordiya Iraqe re derbas buye nav Kerkuke.

    SvaraRadera

PARVE BIKE