18 oktober 2016

Li Tirkiyê diz mîr e, keleş wezîr e

Li vê dinyayê tiştê herî zêde min dilşa dike gava dewleta tirk li hemberî kurdan bêçare dimîne û agirqûnî dibe.
Di mesela Mûsilê da dewleta tirk eynî agirqûnî bûye, xwê ketiyê wan, dixwazin kurdan bixwin, lê Emerîka diranên wan kişandiye.

XXX
Li Tirkiyê diz mîr e, keleş wezîr e,
mirîşk kor e,
rûvî jî tuxtor e
û kêf kêfa wan e...

XXX
Karayilan gotiye, ”dijmin li hember me planan digerînin, çima em wek kurd nikanin werin ba hev. Ev şerm e.”
Hemû serokên kurdan dibêjin yekîtî şert e, gerek em hêzên xwe bikin yek.
Dibêjin lê naikin.
Wê demê ya ne dirist in ya jî ne bi serê xwe ne.

XXX
Seg gava bixwîne dibe segbav
Gelek segên me xwendin ji dêlî ku ji gelê xwe bibin
şûr û mertal
li ber deriyê dijmin bûn segbav.

XXX


Bi kinî meriv kane bibêje meriv tu texlît in,
hin melek in,
hin kelek in

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE