05 oktober 2016

Meclîsa Îraqê ji Tirkiyê ra got ji welatê me derkevin

Meclîsa Îraqê ji Tirkiyê ra got ji welatê me derkevin û hebûna leşkerên we îşxal e !
Wey mala Xwedê ava be, nîhayet meclîsa Îraqê do bi biryarekê îşxala Tirkiyê ya Başîkayê protesto kir.
Di biryarê da hebûna leşkerên tirk li Başîkayê wek îşxalê tê binavkirin û ji Tirkiyê tê xwestin ew leşkerên xwe tavilê ji Başîkayê paşda vekişîne.
Lê leşkerên tirk ne tenê li Başîkayê, li Kurdistanê jî bi kêmanî li 10-12 ciyan hene.
Meclîsê di biryara xwe da qala îşxala van deran nekiriye, negotiye dibê leşkerên tirk ji van deran jî derkvin.
Leşkerên Tirkiyê bêyî Başîkayê, li Selahadîn, li Hewlêrê, li Silêmanîyê, li Zaxo, li Dihokê, li Amediyê, li Diyanayê, li Batûfa, li Kanîmasî û li Bamernê jî hene û ev der jî ji 21 salan vir da ye di bin îşxala leşkerên Tirkiyê da ne.
Dibê him hukûmeta merkezî ya Bexdayê û him jî parlamentoya Kurdistanê bi xurtî li dijî vê îşxalê derkevin û ji Tirkiyê paşdavekişînê bixwazin.
Ji ber ku ereb û kurd dengê xwe nakin, çend roj berê meclîsa Tirkiyê tezkereya mayina leşkerên xwe yên li Îraqê careke din dirêj kir.
Heger Îraqê ji destpêkê xwe sist nekira û bi xurtî biçûya ser hebûna leşkerên tirk îro wiha nedibû.
Meclîsa Îraqê di biryara xwe ya do da biryara parlamentoya Tirkiyê ya dirêjkirina tezkereyê û mayîna leşkerên tirk li Iraqê protesto kiriye. Ev baş e, lê dibê di gotinê da nemîne, dibê herin ser, bi zor be jî tirkan ji Îraqê-Kurdistanê derxin.
Di biryara meclîsa Îraqê da bi kurtîwiha tê gotin
”Li gorî vê biryara me, dibê bi riya sefîrê Tirkiyê yê Bexdayê notayek ji Tirkiyê ra were dayin.
Dibê hêzên tirk wek hêzên îşxalkar werin binavkirin. Û ji bo ku leşkerên tirk ji Îraqê derkevin dibê her tişt were kirin.
Dibê di heqê kesên hêzên tirk vexwendine Îraqê doz vere vekirin.
Dibê beyanên serokkomarê Tirkiyê Erdogan werin şermezarkirin.
Dibê têkiliyên ticarî û aborî yên bi Tirkiyê ra ji nuh ve werin tetkîkkirin.
Ji bo ku hêzên tirk ji Îraqê derkevin dibê hukûmet tavilê meselê bibe Neteweyên Yekbûyî û her riyên siyasî û dîplomatîk biceribîne…”
Wezareta derve ya Tirkiyê li hemberî vê biryara meclîsa Îraqê tavilê reaksiyon nîşan da û protesto kir.
Û got bi taybetî jî ”em îthamên ne xweş yên di heqê serokkomarê xwe da bi şîdet şermezar dikin.”
Mecbûr in wiha bibêjin, çimkî li Tirkiyê îro kesê di ser her tiştî ra û muqedes Erdogan e. Nabe kes Erdogan krîtîk be. Feqîran ji tirsan bi vê gotinê sedaqeta xwe nîşanî Erdogan dane.
Wezareta Derve ya Tirkiyê di beyana xwe da dibêje ”ew biryara parlamentoya Îraqê weke biryara hemû gelên Îraqê nabînin ”, filan û bîvan.
Yanî li Îraqê hin kes îşxala Tirkiyê diparêzin, ne li dijî îşxala Başîka û derên din in.
Helbet ev vir e, li Îraqê tu kes îşxala Tirkiyê rast nabîne û naparêze. Vê gotinê ji kîşsê xwe dibêjin.

XXX


Ev zulm, ev neheqî û çavsorî ewê ji Erdogan ra namîne. Zû dereng ewê bela xwe bibîne.
Carê xelas bû, lêewê her tim xelas nebe.Ji ber ku riya daye ser riyeke xerab e...
Ji ber ku pir pêş da çû, êdî tirkan jî diêşîne, bi nanê wan jî dilîze, pê li serê wan jî dike.
Heta nuha yên dihatin pelçiqandin tenê kurd bûn, lê nuha qismekî tirkan jî bûn refîqên kurdan.
Ev yek ewê umrê Erdogan kin bike, ewê bela xwe zûtir bibîne. Gava însan birçî werin hîştin pir tahlûke ye. Erdogan bi rengekî bêqanûnî, bi zorbatiyeke nedîtî bi sedhezaran bêkar û birçî dihêle, bera kuçê dide. Her tiştê însanan jê distîne.
Û gava tiştekî însên yê wendakirinê nemîne kane her tiştî, her dînîtiyê bike…
Aqûbeta Erdogan û zilamên wî ewê pir trajîk be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE