30 oktober 2016

Mezhebê hin kesan pir fireh bûye


Îbrahîm Guçlu daxwaza hevaltiya Facebookê ji min ra şandibû, min qebûl nekir û jê ra got:  ”Ez daxwaza te ya hevaltiyê qebûl nakim.”
Min ev yek di feysa xwe da belav kir.
Li ser vê, gelek nas, dost û heval aciz bûn û ev şêla min rexne kirin. Hinekan ez bi qebetiyê û hinekan jî ez bi apocîtiyê û gelek îthamên din sûcdar kirim.
Bersîvên min dane van rexneyan, bêyî ku navê wan bidim li jêr in. Gava ez navê wan bidim dibê nivîsên wan jî bjiweşînim.
Viya jî ji ber du sebeban nakim.
Yek, ewê pir dirêj bibe.
Dudu, piraniya nivîsan pir şaş in, gelekên wan nayê fêmkirin. Ez naxwazim hewqas nivîsên şaş di bloga xwe da belav bikim. Lema jî bersvên xwe tenê belav dikim. Ji bo ku gelek kesên din jî kanibin bixwînin.

 Bersîva pêşî…,
Yek bi yek bersîva hemû rexneyan dayin zahmet e, ez fikrê xwe yê li ser vê meselê bibêjim.
Berê min ji Îbrahîm Guuçlu pir hez dikir. Lê nuha qet kêfa min ji fikrên wî ra nayê û naxwazim pê ra bibim dost û heval.
Helbet ne TRT6 tenê, gelek kirin û fikrên Îbrahîm Guçlu bi min ne xweş in. TRT6 ya jî TRKkurdî min tenê wek numûne da.
Gava dewletê dixwest li herêma Licê qereqolan ava bike, Îbrahîm Guçlu di progrmekê da avakirina qereqolan parast û got, ”qereqol tunebin leşkerên li ku bimînin?”
Tiştê hîn zêde jî got lê nuha tam nayê bîra min.
Ya din ez ne li dijî her kesê di TRTê da dixebite me. Min çend caran li ser vê meselê nivîsî.
Ez qala merivên ji rêzê, merivên karkir nakim, merivên ne xwediyên îdîayên mezin nakim.
Ez qala yên berê sereokên partiyên kurd bûn dikim, qala endamên polîtburu û komîtyên merkezî dikim.
Ez qala siyasetmedarên bi nav û deng dikim.
Van serok û siyasetmedaran digotin welatê me di bin îşxala dewleta tirk da ye.
Baş e çi hat guhertin û vê dewletê çi da Îbrahîm Guçlu û yên di mistewa wî da ji bo ku ew bi vê dewleta îşxalkar ra li hev werin û herin him jî di telewîzyona dewletê da bixebitin?
Dewletê bi riya TRTê gelek serok û siyasetmedarên kurd pûç kirin û dû ra jî berra wan da.
Eynî tişt anî serê Îbrahîm Guçlu jî.
Û jê ra negotin çima em te ji kar derdixin.
Îbrahîm kir nekir bersîv jî nedanê.
Îbrahîm bi xwe ev yek nivîsî.
Lê kurd van tiştan qet ji xwe ra nakin problem, her tiştî normal dibînin.
Meriv him kane demakê serokê, birêvebirê partiyekê be, serxwebûna Kurdistanê bixwaze û dû ra jî îstîfa bike û here di telewîzyona dewletê da bixebite.
Dibe ku ev çerxkirin, ev teqlebazî siayasî ji bo hin kesan ne normal be, ne bêexlaqî be, lê ji bo min ne normal e. Û ez tu carî xweş nabînim.

Wek min got, ez ne li dijî her kesê di TRTkurdî da dixebite me. Heta kurd nebin xwedî welat ewê ji dewleta tirk ra bixebitin.
Ev tiştekî din e.
Mesela ez nuha herim di TRTê da bixebitim, ma normal e?
Ne şermeke mezin e?
Kî şerm nebîne jî ez bi xwe karekî wiha wek şermeke mezin dibînim.
Lema jî min numûneya birêz Kemal Burkay da.
Ma nuha Mahmûd Osman here di telewîzyon Îraqê da bixebite û Selah Bedredîn û Hemîdê Hecî Dewrêş jî herin di telewîzyona Sûriyê da programan çêkin rast e, normal e, dibê meriv ne li dij be?
Dev ji îdîa û gotinên din berdin, bersîva vê pirsa min bidin.
Ez dibêjim dibê meriv tiştekî wiha pir eyb bibîne û rexne bike.
Yanî bi dîtina min kesê berê serok bû, polît buro, komîteya merkezî bû, siyasetmedarekî naskirî bû û Kurdistaneke serxwe dixwest dibê neçe di telewîzyona dewletê da bi pera programê çê neke.
Rexneya min li kesê wiha ye, ne li herkurdî ye.
Me û dewleta tirk carê deng ji hev aniye, em û dewlet di şerekî da ne. Sê perçeyên welatê me di bin îşxala vê dewletê da ye.
Dibê ev yek li hemberî dewleta tirk bi me ra sekneke netewî û kînekê peyda bike
Ne dewleta tirk dewleta 40 sal berê ye û ne jî em siyasetmedarên 40 sal berê ne.
Bi baweriya min gelek sebebên îdeolojîk, siyasî û exlaqî yên cidî hene ji bo ku kesên xwedî îdîa di dezgeheke wek TRTê da nexebite.
TRT ne zanîngeh e, TRT her şev li ser kurdan çi dibêje, çi belav dike, kê dide peyivandin li ortê ye.
Ji bo min TRTkurdî ne do û ne jî îro, tu carî nebû dezgeheke ez kanibim lê bixebitim, min karekî wiha tu carî layiqî xwe nedît. Lê ji bo hin kesan kane ne problem be. Her kes mesûlê xwe ye.

XXX
Bersîva …..:
Di nivîsa xwe da min pirseke kiriye. Xêra xwe bersîva pirsa min bide, li ser vê pirsa min fikrê xwe bibêje…

Min gotiye, birêz Kemal Burkay here di TRTê da, Mahmûd Osman di telewîzyona Îraqê da û Selah Bedredîn û Hemîdê Hecî Dewrêş jî di telewîzyona Sûriyê da programan çêkin rast e, normal e, dibê meriv ne li dij be ya na?
Dibê meriv hevaltiya wan qebûl bike ya na.
Ez dibêjim dibê meriv tiştekî wiha pir eyb bibîne û rexne bike.

XXX
Bersîva….
Li dora mijarê negerin, li ser vê pirsa min fikrên xwe bibêjin.

Di nivîsa xwe da min pirseke kiriye. Xêra xwe bersîva pirsa min bidin, li ser vê pirsa min fikrê xwe bibêjin…

Di minaqeşên wiha da sekna însên ya li hemberî dewletê û kesên oportunîst û teqlebaz diyar dibe.

Min gotiye, birêz Kemal Burkay here di TRTê da, Mahmûd Osman di telewîzyona Îraqê da û Selah Bedredîn û Hemîdê Hecî Dewrêş jî di telewîzyona Sûriyê da programan çêkin rast e ya na, dibê meriv li dij be ya na?

Dibê meriv hevaltiya wan qebûl bike ya na.
Ez dibêjim dibê meriv tiştekî wiha pir eyb bibîne û rexne bike


.Ji bo hinekan meriv kane here di TRTê da programan çêke, ew nebû here here Dunya TVê,rojekê aqil bide dewletê, roja din pesnê cimatê bide, beşdarî kokteylên medyaya Gulen bibe, lê dîsa jî kurdperwer be, dîsa jî dibê meriv bide ser serê xwe.

Bi Xwedê mezhebê min hewqasî ne fireh e…

XXX
Bersîva…,
Xwezî her siyasetmedar bi qasî min dirist bûya.
Ji bo ku ez ne durû me, ne merivê tu partiyê me, tiştê rast nebînim rexne dikim, lema jî ”dijminên min ji dostên” min zêdetir in, lema jî hevalên tu partiyê ji min hez nakin
Ne yek û dudu, di bloga min da belkî bi sedan nivîsên min yên rexnegirî li ser Ocalan û PKKê hene. Him jî rexneyên pir giran in.
Ez bawer dikim gelek caran te bi xwe jî ecibendiye.
Yanî qulpa hevalbendiya bi PKKê ra hewleke vala ye.
Heger min siyaseta PKKê rast bidîda minê eşkere bigota, min hevaltiya xwe venedişart. Tu sebeb tuneye ku înkar bikim.
Lê ya muhîm ne ku ez çi me û hevalê kê me, min şêlek rexne kiriye. Hûn wê şêlê yanî xebata Guçlu û yên wek wî di TRTê da ras dibînin ya na?
Mijar ev e, tiştên tin qal û qîlên vala ne…



XXX
Bersîva….

Min di nivîsaxwe da jî û di bersîva xwe da jî gotiye, min berê ji Îbrahîm Guçlu pir hez dikir.
Heta çendsal berê jî em dostên hev bûn û min qedir û qîmeteke pir mezin didayê.
Erê di hin waran da em cihê difikirîn. Ev ji bo min qet ne muhîm bû. Îbrahîm Guçlu ne îro, ji zûda ye li hemberî PKKê û Ocalan e. Ev dîtina wîya li ser PKKê ji bo min tu carî nebû problem, tu carî nebû sebebê xerabûna dostaniya me.
Di mesela esasî da, yanî dijminê me yê esasî dewleta tirk e û şer û xebata me jî dibê li hemberî vê hêza îşxalkar be, em mitefik bûn.
Lê Îbrahîm Guçlu nuha ji wê nuxtê dûr ketiye, tabî li gorî fikrê min, nuha dijminê wî yê esasî PKK ye, HDP ye, ne dewleta tirk e.
Ne ku ez dibêjim bira ne li dijî wan be, bira li dijî wan be, lê bira li hemberî dewleta tirk jî, li hemberî cimata Gulen jî wisa bêkompromîs be.
Bi qasî min dîtiye û ez dibînim li hemberî wan wek hevîr e, bi herduyan ra jî demakê nabêna wî baş bû.
Lema jî kane di telewîzyona dewleta tirk da, li gel tu mecbûriyeteke wî ya aborî û siyasî tunebû, kar bikira, di vê yekê da tu şaşîtiyeke siyasî, îdeolojîk û exlaqî nedît.
Bi medyaya cimata Gulen ra jî nabêna wî baş bû.
Lema jî Îbrahîm Guçlu ji bo min êdî ne Îbrahîmê Guçluyê dema Rizgarî û Ala Rizgarî ye, ne mimkûn e ez wek berê jê hez bikim û hurmetê nîşanî wî bidim.
Çimkî ew mezin bû, lê bi çûna TRTê xwe biçûk xist.
Min ne Îbrahîm Guçluyê DDKO, Rizgarî û Ala Rizgarî, Îbrahîmê nuha, Îbrahîmê di telewîzyona dewletê da kar kiriye qebûl nekiriye û rexne kiriye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE