05 oktober 2016

Nûman Kûrtûlmûş: Li ser daxwaza hikûmeta Herêma Kurdistanê leşkerên me li Başîkayê ne



Wek tê zanîn meclîsa Îraqê do bi biryarekê hebûna leşkerên Tirkiyê liser axa Îraqê, li Başîkayê şermezar kir û got ev îşxal e û ji hikûmetê jî xwest bi riyên dîplomatîk û yasayî serweriya Îraqê biparêze û leşkerên tirk ji Îraqê erxe.
Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Nûman Kûrtûlmûş, di radyoya Dengê Emerîka da gotiye leşkerên wan li ser daxwaza hikûmeta herêma Kurdistanê li Îraqê, li Başîkayê dimîne.
Kûrtûlmpş gotiye:
"Tirkiye rê nade behsa bingeha leşkerî ya Başîqa were kirin. Jiber ku her kes zane desthilata li bakurê Îraqê û hikûmeta Barzanî daxwaz ji Tirkiyê kiriye, ji bo rizgarkirina Mûsilê em hêzên wan perwerde bikin…”
Hukûmeta Kurdistanê heta nuha ev gotinên Nûman Kûrtûlmûş tekzîp nekiriye, di vî warî da tu daxuyanî nedaye.
Û ji roja Îşxala Başîkayê da ye jî serokwezîr û serok Barzanî li ser vê meselê tim xwe kerr dikin û tiştekî zelal nabêjin. Nabêjin ev îdîayên Anqerê rast in ya na?
Wek tirk dibêjin, bi rastî wan leşkerên tirk vexwendine Başîkayê û herêmên din ya na?
Dibê berpirsiyrên hukûmeta Kurdistanê li ser vê beyana Kûrtûlmûş beyanekê bidin.
Bêdengmayina wan îhtîmala îdîayên rastiya tirkan xurt dike. Heger bi rastî hukûmeta Kurdistanê bêyî haya hukûmeta merkezî, leşkerên tirk dawetî Başîkayê kiribe sosireteke pir mezin e. Bi tu hawî nayê parastin.
Û dibê meriv vê hevkariya hukûmeta Kurdistanê ya bi dewleta tirk ya faşîst û îşxalkar ra protesto bike.
Carê mafê hukûmeta Kurdistanê tuneye bi serê xwe leşkerên welatekî din û him jî welatekî neyar dawetî Îraqê û Kurdistanê bike.
Û di warê siyasî û exlaqî da jî şaş e û şermeke mezin e.
Di ser da hêzên tirk ne di nava Koalîsyon a Navnetewî da ne jî. Heger ji bo alîkariyê li wir in dibê wek her kesî têkevin nava Koalîsyona Navnetewî û bi wan ra hereket bikin.
Lê ji ber ku leşkerên tirk ne ji bo alîkariyê, bi hin nêtên din li wir in, li wir hin xebatên din dikin, lema jî naxwazin kes bi van xebatên wan yên tarî bihese.
Wek yarbayîê emerîkî jî gotiye, hebûna leşkerên tirk li Îraqê îllegal e yanî îşxal e.
Hukûmeta AKPê ne dostê kurdên başûr û hukûmeta Kurdistanê ye, ew ji bo xêrê û alîkariya kurdan ne li wir in.
Hukûmeta AKPê li Tirkiyê, li rojava çiqasî neyarê kurda ye, li başûr jî hewqasî neyarê kurdên başûr e.
Hîn do bû Erdogan got wan şaşî kir destûr dan çêbûna ”Bakurê Îraqê”, lê ewê nehêlin ”Bakurê Sûriyê” jî çê bibe.
Dibê berpirsiyarên Kurdistanê tu carî baweriyê bi tirkan neynin û li Îraqê û Kurdistanê nebin destikên bicîbûna leşkerên tirk û piştgiriyê nedin îşxala welatê xwe.
Dibê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li ser vê îdîa Nûman Kûrtûlmûş daxuyaniyekê bidin û meselê ronî bikin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE