17 oktober 2016

Operasyona Mûsilê û pêşeroja kurdan

Operasyona Mûsilê dest pê kir. Di operasyonê da hêzên pêşmerge barekî mezin girtine ser milên xwe.
Di operasyonê da nebûna Tirkiyê û Heştî Vatena nêzî Tirkiyê û Heştî Şabîya nêzî Îranê tiştekî baş e.
Berî operasyonê bi çend rojan birêz Mesûd Barzanî çû Bexdayî û li ser operasyona Mûsilê û beşdarbûna hêzên pêşmerge li hev kirin.
Naveroka lihevkirinê çi ye, çi nîne ez bi xwe baş nizanim.
Lê meriv hêvî dike ku beşdariya hêzên pêşmerge ne ji bo alîkariya leşkerî tenê be, netîceyên wê yên siyasî jî hebin.
Li gorî tê gotin di çarçeweya madeya 140î da bi Bexdayê ra hatiye lihevkirin.
Yanî hemû herêmên minaqaşe li ser hene, piştî şer û rizgarbûna Mûsilê ewê bi Kurdistanê ve werin girêdan.
Û Mûsil jî ewê bi îdareyeke muşterek were îdarekirin.
Hêvî dikim ev agahî rast be û pêşmerege tenê ji bo alîkariyê neçûbe hawara Bexdayê, piştî rizgarkirina Mûsilê kurd di warê siyasî û da hin serketinan bi dest xin û bajar û herêmên heta nuha derî îdareya Kurdistanê mane, vegerînin ser Kurdistanê.
Bi hêviya zayiateke hindik û serketinên mezin ji bo pêşmergeyên me...


2016-10-116

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE