16 oktober 2016

Pisporê me dibêje gerek Tirkiye jî para xwe ji Mûsilê bigre !



Yekî bi navê Mihemed Sabir, xwedêgiravê ”pisporê leşkerî” ye, di Rûdawê da dibêje, piştî rizgarkirinê, dibê Tirkiye jî li ser pêşeroja Mûsilê xwedî gotin be.
Ev kurdê pisporê leşkerî dibêje, ”bi kurdan, ereban û Amerîkayê ra gerek Tirkiye jî piştî rizgarkirina bajêr di siyaseta rêvebirina Mûsilê da rol bilîze.”
Bi Peymana Lozanê gava Kurdistan perçe kirin û Mûsil dan Îraqê, nufûsa kurdan ji ya ereb û tirkmenan bi hev ra zêdetir bû.
Nufûsa kurdan li dora 450 hezarî bû. Lê nuhfûsa ereb û tirkmenan bi hev ra hewqas tunebû. Nufûsa ereban 185 hezar û ya tirkan jî li dora 100-125 hezaran bû.
Lê Beasîyan di netîceya erebîzekirinê da demografiya Mûsilê guhertin û ereb zêde kirin, kurd ketin hindikayiyê.
Yanî Mûsila bajarê kurdan, kirin bajarekî ereban.
Îro jî ”pisporekî” kurd rabûye ji me ra dibêje, piştî rizgarkirina Mûsilê gerek Tirkiye jî bibe xwedî gotin.
Ê ji xwe tiştê tirk jî dixwazin ev e.
Ji ji xwe ji bo vê, Tirkiyê bi hezaran leşkerên xwe li Başîkê û li 10 ciyên Kurdistanê bi cîh kirine. Ji bo ku li ser pêşeroja Mûsilê bibin xwedî gotin û giraniya kurdan kêm bikin.
Lê kurdên me wa ye ji nuha da abûqatiya û propagandeya tirkan dikin, dixwazin ku Tirkiye jî para xwe ji Mûsilê bigre.
Yanî Tirkiyê wa ye jî nuha da di nava kurdan da merivên xwe çêkirine û bingehê xw xurt kirine.

XXX
Tirkiye dibêje Dabiq ji Daîşê girtiye.
Heger rast be, wek Cerablûsê, Dabiq jî ji çeteyên xwe dewr û teslîm girtine.
Dîsa bê şer û bi rehetî...
Wey agir bi derewên we keve, Daîşa 26 dewlet nikanin pê, gava dibêjin "tirk hatin", hemû dibin kelmêş û bi hewa dikevin...
Kuro dev ji van derewan berdin, Daîş hûn bi xwe ne, hemû jî zilam û çeteyên we ne...
Yanî li ortê tu girtin mirtin tuneye, nav guhertin, berê Daîş bû, nuha kirin leşkerên tirk.
Yanî eynî meriv in, eynî hêz e.
Tiyatroke pir erzan e lê dinya bênamûs e, dengê xwe nake.
Dîtin êdî bi Daîşê nabe, lema jî Erdogan bi xwe derbasî dîreksiyonê dibe.
Hedef perçekirina kurdan û Kurdistanê û tengkirina bingeha dewleta kurd ya pêşerojê ye.
Di nivîsa xwe ya do da min gotibû ewê tiyatroya Cerablûsê bilîzin...
Viya Plana Erdogan ya B ye, C jî hîn maye...

XXX
Kurd tenê li ser girtîmana meclîsê yekhelwest in !
Ji bo fêmkirina gelşa nabêna partiyên Kurdistana başûr nivîseke hêja ye. Arif Qurbanî dibêje, tenê di xalekê da di nabêna hemû partiyên di meclîsê da yekîtî heye, ew jî nexebitandina meclîsê ye.
Hemû partî, bi taybetî jî PDK wek hukûmet dixwaze meclîs nexebite û kes karê wan kontrol neke.
Bixwînin, nivîseke hêjayî xwendinê ye.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE