10 oktober 2016

Serokên 181 eşîrên kurd soza xulamtiya îlelebed dan dewleta tirk

Serok û mezinên 181 eşîrên kurd li Wanê soza îlelebed xulamtiyê dan dewleta tirk


Angorî îdîa medyaya tirk ji 21 bajarên Kurdistanê berdevk û serokên 181 eşîran li Wanê li otêleke qeza Edremîdê civîneke sedaqeta bi dewleta tirk û hukûmeta AKPê ra çêkrine û beyanek xwendine.
Helbet dibê meriv bi îhtîyat li îdîa serokên 181 eşîran binêre, ev îdîayeke ne rast e û 181 kes hemû ne serokên eşîran in. Ez wisa bawer dikim piraniya wan merivên rût û pûlperest in.
Lê ev meseleke din e. Gava navê wan hat belavkirin merivê binêre ev îdîa çiqasî rast û çiqasî vir e.
Li ser navê 181 kesên beşdarî civînê bûne serokê eşîra Ertoşiyan Îskender Ertûşî belavoka sedaqet û xulamtiya dewleta tirk xwendiye.
Ez pir kin bibêjim; di belavokê berdevk û serokên 181 eşîran gotine, çawa ku bav û kalên wan tu carî bi Dewleta Osmanî ra xiyanet nekirin, bindestî û zulamtiya osmaniyan tim bi serê xwe qebûl kirin, ewê jî eynî wek bav û kalên xwe, tu carî îtîrazî bindestî û zulamtiya dewleta tirk nekin.
Û ewê tu carî nehêlin welatê wan û miletê wan were perçekirin. Di beyana xwe da gotine bi îzna Xwedê ewê heta û heta( îlelebed) bindest û xulamê miletê tirk û dewleta tirk bimînin.
Di vî warî da soz dane dewleta tirk…
Xulam wiha ne, tu carî ji bo gelê xwe, ji bo xwe tiştekî naxwazin, ew ji xulamtiya xwe memnûn in.
Lê lîstikên wiha jî ewê ewê dewleta tirk xelas neke, kurdên azadî û serxwebûnê dixwazin hezar, hezar caran ji van xulam û cahşên erzan pirtir in...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE