06 oktober 2016

Tirk dibêjin kes nikane me ji Îraqê derxe



Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirm beg, îcar mesajek pir xweş da hukûmeta Kurditana Federe û kurdên me yên başûr.
Yildirim gotiye leşkerên wan li Başîkayê ye ji bo sînorên Îraqê neyê guhertin, yanî ji bo kurd Îraqê perçe nekin.
Bînalî Yildirim, ev nêta hukûmeta xwe wiha aniya zimên:
”Bexdat çi dibêje bira bibêje, ji bo mucadela bi Daîşê ra û ji bo ku demografiya herêmê bi zor neyê guhertin hebûna tirk li wê derê ewê dom bike…”
Nuha we fam kir birayên we yên tirk û hukûmeta AKPê ji bo çi leşkerên xwe li Başîkayê û 10 ciyên din yên Kurdistanê bi cî kirine?
Demogojiya Daîşê bidin alieykî, ji bo ku ”demografiya herêmê bi zor neyê guhertin”, yanî ji bo ku kurd li herêmê serxwebûna xwe îlan nekin.
Heger hat û Îraq perçe bû û kurdan serxwebûna xwe îlan kir, a wê demê Tirkiye ewê mudaxele bike û nehêle demografiya Îraqê were guhertin. Yanî nehêle kurd bibin xwedî dewlet.
Ji ber ku mêrikan êdî vekirî dibêjin dibê Îraq û Sûriye wek xwe bimînin, li van herdu welatan kurd nebin xwedî dewlet. Gava tiştekî wiha were rojevê ewê mudaxele bikin. Çimkî wan bi şertê sînorên Îraqê neyê guhertin Mûsil û Kerkûk dane Îraqê. Roja sînor werin guhertin ewê doza girtin aMûsilê û Kerkûkê bikin.
Ev çend sal in tirk hezariya vê dikin û ji bo wê leşkerên xwe li Başîkayê û li 10 ciyên Kurdistana başûr bi cî kirine.
De ka em binêrin li ser vê beyana Bînalî Yildirim hukûmet aKurdistan başû ewê çi bibêje?
Heta tirk ev tirk bin li herêmê şer naqede. Dibê her kes haziriya xwe li gorî vê bike. Êdî pir vekirî ye, çavê tirkan li Mûsilê, li Kerkûk, li hemû Kurdistana başûr û rojava ye…
Ji roja roj da min gotiye, tirk bi rehetî ewê Îraqê û ji Sûriyê dernekevin. Ji ber ku li bela xwe digerin.
Ji ber ku dixwazin kurdan li her derê tune bikin û ji bo wê jî ewê her dînîtiyê bikin….
Prof. Dr. Mustafa Sitki Bilgin aqil daye siyasetmedarên tirk û gotiye:
”Tirkiye, Mûsil bi şertê statuko û sînor neyên guhertin da Îraqê. Îro şert guherîne, lema jî Tirkiye li ser Mûsilê û pêşeroja wê xwediyê mafê gotinê ye.”
Ji xwe Bînalî Yildirim jî eynî tişt gotiye.
Weleh tirkan tam tahma devê xwe xweş kirine. Tirk dibêjin, ” Dimyat'a pirince giderken evdeki bulgurdan olmak.”
Yanî tirk bi erdê îşxalkirine nayên serî lê wiha bikin kanin tiştê di destê xwe da jî wenda bikin.
Enwer û Talat wisa kirin, xwestin erdê Împaratoroya Osmanî mezintir bikin. Lê li bela xwe rast hatin û taliya wê her kes pê zane.
Ez dibêjim tiştê were serê Erdogan jî ev e û hêvî dikim wisa bibe…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE