18 oktober 2016

Tirkiye bûye bela serê dinyayê


Tirk bela ne, ji roja hatine herêm tevlihev kirine û kirine gola xwînê. Erdogan jî wek mahcirekî Kafkasan naxwaze vê adeta, tradîsyona pêşşiyên xwe yên mahcir û panturkîst xera bike.
Enwerê mahcir jî çavê xwe berra erdê xelkê dabû û xwestibû Dewleta Osmanî hîn mezin bike.
Lê di sala 1922a da li Tacikîstanê bi ser bela xwe ve bû.
Erdoganê gurc jî ewê bela xwe bibîne.
Çimkî agir kiriydawa xwe.
Çimkî pir bilind difire.
Çimkî har bûye.
Çimkî pir bêûjdan û pir zalim bûye.
Çimkî ji hedê xwe zêde neyartiya miletekî wek kudan mezlûm dike. Dixwaze koka kurdan biqelîne.
Her zulmê, herbêbextiyê li kurdan dike.
Nahêle kurd li tu beşekî Kurdistanê ji bindestiyê xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe.
Ev stûrê ewê ji Erdogan ra nemîne.
Bi alîkarî û mucadela kurdan heq ewê tecelî bike, neheq û zalim ewê bela xwe bibîne.
Tirk bi xêra dostiya bi kurdan ra li herêmê bi cî bûn, bûn xwedî desthilat.
Lê dû ra bi kurdan ra bêbextî kirin, gava xurt bûn, rabûn li hustiyê kurdan siwar hatin.
Gotin hûn tune ne, hûn tirk in.
Heta bigihîje zimanê kurdan jî yasax kirin.
Jenosîdeke bi riya asîmîlasyonê ji xwe ra kirin îdeolojiya dewletê.
Û nuha jî tirk dixwazin kurd li her welatî ya tim bindest bin, ya jî ji ortê werin rakirin.
Xwedê jî, xweza jî û kurd jî ewê tu carî vê bêbextî û zorbatiya tirkan qebûl neke.
Çawa ku bi saya dostiya bi kurdan ra tirk li herêmê bi cî bûn, bûn xwedî desthilat, wisa xuya ye ji ber dijminatiya bi kurdan ra jî ewê ji herêmê werin qewirandin.
Tam wexta qewitandina tirka ye, lê şansê wan heye xayinên kurdan pir in, bi deshhezaran kurd bûne neyarên qewmê xwe û zilamên tirkan.
Û li alîyekî din jî kurd hîn şîqaq û bêtifaq in.
Lê hêdî hîdî kurd ji vê dubendîtiyê û bêtifaqiyê aciz dibin û însan êdî li hemberî siyasetmedar û serokan diranan diqîrçînin…
Ewê baş bibe, ji ber ku ji bo Emerîka û Xerbê jî li herêmê alternatîfa kurdan tuneye.
Miletê herî demokrat û berî bi Ewrûpayê da kurd in.
25-30 salên dawî nîşan dan ereb, faris û tirk ne dîwarên saxlem in, ne civatên medenî ne, tu carî nabin mitefikên Emerîka û Xerbê yên demokrat, adil, sosyal û pêbawer.
Li herêmê tu milet bi qasî kurdan bi dil û can ne li pey demokrasiyê, wekheviyê û civateke adil û azad e.
Li herêmê tu milet bi qasî kurdan pluralîzmê, pirrengiyê naparêze.
Êdî hemû dinya viya dibîne.
Êdî Emerîka jî û her ewrûpî jî dibîne Tirkiye welatekî pir tahlûke ye, îdeolojiya tirkîtiyê ji faşîzmê û nazîzmê xerabtir e, tirk hemû cîhana xiristiyan neyarê xwe dibînin, bêyî xwe ji her kesî nefret dikin.
Tirkiye ji bo Ewrûpayê ewê tim bibe çackaniya gelşan.
Tirkiyeke xurt ewê tu carî rehetiyê nede Ewrûpayê.
Tirkiye eşkere Ewrûpayê tehdît dike, ji Ewrûpayê xûgê dixwaze. Dibêje heger hûn xûgê, xeraca ez dixwazim nedin, ezê bi milyonan koçberên feqîr rêkim ser we û hemû Ewrûpayê serobinî hev bikim.
Îro her welatê Ewrûpa xwe di bin tehdîda Tirkiyê da his dike û nizanin ewê çawa xwe ji vê bela tirkan xelas bikin.
Û ya din jî berdewamiya bindestiya kurdan li herêmê ewê tim û tim bibe sebebê bêîstîkrariyê, şer û tevliheviyên mezin.
Û netîceyên van şer û tevliheviyan digihîjin Ewrûpayê jî, Ewrûpa jî jê para xwe digre.
Lema jî ewrûpî û emerîkî êdî dibînin azadbûna kurdan di lehê wan da ye.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE