21 oktober 2016

Tirkiye dîsa heyfa Daîşê ji YPGê digre


Tirkiye heyfa Daîşê dîsa ji kurdan digre, li Sûriyê bi balafiran gundên kurdan û sengerên hêzên YPGê bombebaan dike.
Ji ber ku nikane ji koalîsyona navnetewî ra bibêje li Daîşê nexin, ew çekdarên min in.
Bi van êrîşên ser YPGê ji hêzên navnetewî ra dibêje ”Daîşê zêde neêşînin, heger hûn pir pêş da herin, ezê jî li kurdan xim û heyfa zilmên xwe ji kurdan bigrim.”
Ji ber ku nikane viya eşkere bibêje û rê li ber têkçûna Daîşê bigre, îcar ji hêrsa êrîşî kurdan û hêzên YPGê dike, dibêje li ku terorîst hebe emê lêdin.
Lê heta nuha ne wan çeteyekî Daîşê kuştiye û ne jî Daîşê leşkerekî tirk.
Daîş ev du sal in cîranê wan e, Dîlok(Entab), Ruha bûye şargehên Daîşê, rojekê aciya xwe nîşan nedan.
Hebe bi derewan be jî rojekê negotin me 200 çeteyên Daîşê kuştine. Çimî bi derewan be jî naxwazin derewekê di heqê Daîşê da belav bikin.
Wek mitefik li Sûriyê bi Daîşê ra li hin ciyan nubet guhertin, derên heta nuha xwedêgiravî di bin îşxala Daîşê da bû, nuha dibêjin me ji Daîşê girt.
Ya rast do jî di bin îşxala-TirkiyêDaîşê da bû û îro jî. Kînga çi nav hewce be wî navî lê dikin.
Heta nuha kesî ji Daîşê bihostek erd jî bi rehetî nestendiye. Lê Tirk distînin, hema gava berê xwe didin herêmên di bin îşxala Daîşê da, Daîşî tavilê dibin tajî û ji wir baz didin.
Helebet ev komediyeke pir erzan e, Emerîka jî, Rûsya jî û dinya jî zane Daîş hêzeke Tirkiyê ye û bi emir û fermanên Tirkiyê hereket dike.
Tirkiye carnan Daîşê dide pêş û gava ew têrê neke, îcar ew bi xwe, bi leşkerên xwe dikeve dewrê.
Çîrok ev e, rastî ev e…
Hêzên kurd, çawa ku li Kurdistana başûr li dij in Tirkiye êrîşî ser pêşmerge bike, dibê li rojava jî eynî şêlê bigrin.
Dewleta tirk li kîjan beşê Kurdistanê, êrîşî kîjan hêza kurd bike, dibê meriv li dij derkeve. Çimkî ji bo Tirkiyê ne hêz, kurd hedef in, ew li her derê êrîşî kurdan û berjewendiyên kurdan dikin.
Li Sûriyê jî dijminatiya wan ne bi PYD û YPGê ra ye, bi kurdan ra ye, bi pêşeroja miletê kurd ra ye. Dixwazin kurd li Sûriyê nebin xwedî dewlet, xwedî statuyeke siyasî.
Mesele ev e.
Li Îraqê û Mûsilê jî şerê wan, mudaxeleya wan ji bo vê yekê ye, dixwazin pêşiyê li Kurdistana yekbûyî bigrin.

XXX


Dewlet a tirka ye.
Meclîs a tirka ye.
Artêş a tirka ye.
Polîs a tirka ye.
Al a tirka ye.
Welat ê tirka ye.
Xwendeg, zanîngeh ên tirkan e.
Û tirk dîsa jî dixwazin kurd ji dewleta wan, ji ala wan, ji artêşa wan hez bikin.
Kurdê ji dewleta tirk hez bike merivekî totikvla û bêxîret e. Ya rast dibê em kurd jî dewletê, alê, artêşê, meclîsê, yanî yê tirkan çi heye, em jî wiya bixwazin.
Yê nexwaze xulamtî û koletiya tirkan qebûl dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE