13 oktober 2016

Tirkiye êdî vekirî dibêje ji bo kurd li Îaqê nebin xwedî dewlet ew li wir in


Berdevkê serokê Tirkiyê Îbrahîm Kalin di bersîva Îraqê da gotiye:
Ji ber sê sebeban em li Îraqê ne, ji bo parastina yekîtiya axa Îraqê, tehdîda PKKê û piştî îşxala Mûsilê tehdîda Daîşê.”
Tehdîda Daîşê vir e, Tirkiyê û Daîşê bi hev ra îşxala Mûsilê plan kirin. Û ji xwe Îraqê jî alîkariya wan naxwaze.
Ma ev zorbatî ye?
Meriv bi zorê naçe alîkariya xelkê.
Lema jî dibê meriv vî sebebê Tirkiyê bide aliyekî.
Li ortê dimîne du sebeb; dibê Îraq perçe nebe, yanî ji bo ku kanibin pêşiyê li serxwebûna kurdan bigrin û sebebê duyem jî PKK ye.
Esas sebebê PKKê jî demagojî ye. Ma PKK li kîjan welatî hebe ewê wî welatî îşxal bikin?
PKK li Îranê jî heye.
De bira herin Îranê jî îşxal bikin.
Û ji xwe bi tehdîda PKKê qesta wan çi ye ew jî ne diyar e.
Dimîne mesela kurdan, yanî ji bo ku kurdên başûr li Îraqê serxwebûna xwe îlan nekin Tirkiyê leşkerên xwe li Îraqê bi cî kirine.
Mesele hewqasî vekirî ye.
Tirk vê argumentê û sebebê ji bo îşxala xwe ya Sûriyê jî didin pêş. Li wir jî ji bo ku Sûriye pereçe nebe, yanî ji bo ku kur nebin xwedî maf li wir in.

Tiştê herî balkêş gelek kurdên bakur bi hin demagojiyên vala îşxala Tirkiyê diparêzin. Heta hinek dibêjin hebûna Tirkiyê li başûr ne îşxal e. Çimkî li kurdan naxin, zulmê li kurdan nakin.
Heta hinek hewqasî pêş da diçin, dibêjin Îran li dijî serxwebûna kurda ye, lê belê Tirkiye ne li dijî serxwebûna kurdên başûr e.
Li Kurdistana bakur kurdên eşkere hevalbendiya dewleta tirk û AKPê dikin pir in û xuya ne.
Lê yên di bin maskeya dilxwazên Barzanî û PDKê da hevaltiya dewleta tirk û hukûmeta AKPê dikin pirtir in.
Di minaqeşeyên li ser leşkerên tirk ên li Başîkê ev yek pir xweş diyar bû. Lê di rojên pêş da gava tirkan êrîşî kurdên başûr kirin, ev hevalbendên dewleta tirk ên veşartî ewê poşman bibin, lê ewê dereng be…
XXX


Dr. Mehmûd Osman: Leşkerên tirk ji bo ku şerê kurdan û PKKê bikin li Başîkê ne.
Dr. Mehmûd Osman, di beyana xwe ya di Rojnewsê da li ser hebûna leşkerên tirk yên li Kurdistanê û Başîkê gotiye sebebê hebûna wan ne Daîş e, tenê kurd in û ji bo ku li hemberî kurdan û PKKê şer bikin li wir in.
Dr. Mehmûd Osman, di daxuyaniya xwe da xwestiye artêşa tirk ji axa Iraqê derkeve û ji ber ku hukûmeta Îraqê li hemberî bombebaranên Tirkiyê bêdeng e Bexda rexne kiriye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE