22 oktober 2016

Tirkiye her ku diçe tahlûketir dibe

Berpirsiyarên Tirkiyê bi xwe li ser rêya şaş in, lê gav û saetê rêya rast rê xelkê didin.
Berpirsiyarên Tirkiyê bi xwe zorba, zalim û zulimkar in, lê gav û saetê ji xelkê ra qala edaletê, qala heq û huqûq dikin.
Berpirsiyarên Tirkiyê seranserê Tirkiyê û Kurdistanê kirine zindan, rojê çend sed kesî davêjin bin kilîtî û ew jî li ber vê zindana mezin bûne qerdiyan, lê gav û saetê ji xelkê ra qala başiya azadiyê û demokrasiyê dikin.
Dîktator mecbûr in demagog û virek bin.

XXX
Êrîşa Daîşê ya ser Kerkûkê careke din nîşan da çavkaniya Daîşê ereb in. Heta ereb li Kurdistanê di nava kurdan da bin êrîşên wiha ewê dom bikin.
Pir ne dûr e tiliya Tirkiyê jî di vê êrîşê da hebe. Dibê kurd li ser vê îhtîmalê jî cidî rawestin.
Ji ber ku ereb wan şarge dikin û dû ra bera ser kurdna didin. 600 hezar koçberên ereb nuha li Kerkûkê hatine bicîkirin.
Êrîşa Daîşê ya îro êrîşa erebên Kerkûkê ye, polîsên Kerkûkê jî wisa dibêje.

XXX
Kurdê ji navê pêşmerge, ji serketina pêşmerge ya li hemberî dijmin ya jî ji serketina gerîla aciz bibe ew şîrheram e, namerd e, ji dê û bavekî kurd be jî hevalê neyar e û dijminê miletê kurd e.

XXX
”Dîroka Swêd-Rastiya tazî” !
Min, xanimê û lawikê me yê biçûk Rojan, îşev li Skandiascenen li şova komedîyenê kurd yê bi nav û deng Ozz Nujen û hevalê wî Mans Moller temaşe kir û du saetên bêemsal, mişt kêf û henek borand.
”Dîroka Swêd-Rastiya tazî”, şoveke mukemel bû. Dîroka Swêd, koçberî, mahcirî û gelek gelşên di nabêna xerîban û swêdiyan da bi mîzaheke mukemel raxistin ber çavên temaşevanan û her kes bi xwe û bi pêşhukmiyên xwe keniya.
Ozz Nûjen, wek her tim îşev jî li sahnê gelkî serketî bû û lema jî her cara gotin digirt dawiya çepikan nedihat. Temaşevanan nedixwest dawî li espriyên xwe yên harîqe bîne.
Di gelek espriyên xwe da rewşa gelê xwe, zulma li gelê wî dibe û îşxala Kurdistanê jî bi numûne û mîzaheke gelkî xweş şirove kir û sempetiya temaşevanan girt.
Li salona 800 kesî ciyekî vala jî tunebû. Me nedît du saet çawa derabs bû.
Me şeveke pir xweş derbas kir. Wek kurd em kêfxweş û serbilind ji salonê derkitin.
Kurdên Stockholmê, heger hûn dixwazin şeveke xweş derbas bikin, herin ”Dîroka Swêd-Rastiya tazî” temaşe bikin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE