10 oktober 2016

Waliyê Diyarbekrê dibistana Ferzad Kemanger ya kurdî girt


Dibistana Ferzad Kemanger, li Diyarbekrê li navçeya Baxlarê di sala 2013an da hatibû vekirin û dibastaneke kurdî bû, zarok bi kurdî perwerde dikir.
Walî wa ye ew dibistan jî girt.
Di dibistana Ferzad Kemanger da di sinifa duyemîn da 50, di ya yekemîn da 60 û di ya 3 yemîn da jî 63 xwendekar hebûn. Û 18 mamosteyan jî ders didan van zarokan.
Lê hukûmeta AKPê li Diyarbekrê û li seranserê Kurdistanê dibistanek tenê jîji kurdan ra pir dît û lema ew jî da girtin.
Ev demeke Tirkiyê giraniya xwe daye girtina dezgehên kurdî, telewîzyon, radyo, rojname, mekteb û komelên kurdan.
Yanî çend îmkanên heta nuha dabûn kurdan ya jî ji hebûna wan ra dengê xwe nedikrin, nuha yeko yeko digrin û didin girtin.
Ji bo ku telewîzyonên kurdî bidin girtin hemû hêz û îmkanên dewletê seferber dikin û telewîzyonên ku ji derve weşanên dikin didin girtin. Do jî Newroz TVê dan girtin.
Ji roja avabûna cumhûriyetê da ye kurd bûne xezal û dewleta tirk jî wek tajî wer li pey kurda ye, kurd dikin nakin, nikanin xwe ber vî tajiyê har xelas bikin…
Û weleh bi serê min û we, heta em kurd bindest bin û nebin xwedî dewlet halê me ewê tim ev halê rezîl û perîşan be...
Emê partiyan, komelan, mekteban, telewîzyona, radyoyan vekin û ewê jî bigrin. Çimkî ew xwedî dewlet in, polîs û leşkerên wan hene. Lema  jî dilê wan çawa bixwaze ewê wer bikin…
Ewê bigrin û emê jî şermezar bikin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE