19 oktober 2016

Xwedê kir ku dînekî wek Erdogan îro serokê Tirkiyê ye




Li Îraqê dijayetiya li dijî Tirkiyê û bi taybetî jî li dijî Erdogan roj bi roj berfireh dibe.
Hevalbendên tevgera Sadir li ser banga Mûqteda el-Sadir, do li ber avahiya sefareta Tirkiyê ya Bexdayê civiyan û Tirkiye û Erdogan bi şîarên pir giran protesto kirin. Gotin Tirkiye ”dagirker e û hevakrê Daîşê ye, xwediyê Daîşê Tirkiye ye”
Medyaya tirk heta nuha qet qala vê protestoyê nekiriye. Lê halbû xwepêşanderan li ber sefareta Îraqê ji Tirkiyê û ji Erdogan ra gotinên pir giran kirin.
Tirk vê muxalefeta li hemberî Tirkiyê û Erdogan vedişêrin, naxwazin haya civatê jê çê bibe.
Tirkiye ji bo ku wetoya li ser xwe rake û ew jî xwe têxe nava operasyona Mûsilê hezar dek û dolabê digerîne, heyeta dişîne Îraqê, Erdogan telefonî Pûtîn dike, filan û bîvan…
Eynî xweê ketiye wan, lê dikin nakin dewla wan bi avê nakeve, ne Bexda û ne jî Emerîka rû nade wan.
Çimkî her kes dibîne nêta wan xerab e û ne merivên baweriyîê ne, ji nuha da Erdogan qala ”Mîsaqî Milî” dike.
Yanî dibêje Mûsil ya me ya, heqê meli ser heye.
Û helbet ”Mîsaqî Mîllî” ya tirkan ne Mûsilê tenê, Cerablûsê, Silêmaniyê, Kerkûkê û gelek herêmên din jî digre nava.
Yanî bi kinî Erdogan dixwaze Împaratoriya Osmanî ji nuh ve ava bike, mêrik li dû wê ye.
Lê tirk hesabekî pir şaş dikin, ev îdeolojiya pan-turkîst û Erdogan ewê belayeke mezin bîne serê wan.
Xwedê kir ku Erdogan îro serokê Tirkiyê ye, bi xêra retorîka wî ya a-polîtîk, irqçî, pan-turkîst û mezhebî Tirkiye ji dinyayê îzole kir. Ev eyk li kara kurda ye, tabî heger kurd zanibin jê feydeyê bigrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE