24 oktober 2016

Xwedêo tu dewletê bikî nesîbê me kurdan jî !

”Ya Rebî(Xwedêo) tu dewletê bikî nesîbê me kurdan jî ”!
”Îro li Washîngtonê cenazeyê kurdekî hebû; li goristanê ez jî beşdarî merasima definkirinê bûm.
Mele duayên xwe wiha qedand:
”Ya Rebî, tu dewletê bikî nesîbê me kurdan jî. Bike nesîb ji bo ku miriyên me li ser axa welatê xwe bi azadî razên.”
Ez ne merivekî bawermend im, lê belê gotinên mele yên dilê min ji çavên min herikand.”
///Mustefa Aram Acar

Heger hemû meleyên kurd wiha bigotana bi milyonan kurd nedibûn hevalên dijminê xwe. Hêvî dikim meleyên wiha di nava kurdan da roj bi roj zêde bibin.
Ji bo ku meriv bibe xwedî dewlet dibê meriv dewletê bixwaze, ji bo wê bixebite, ji bo wê dua bike, ji dinyayê bixwaze, ji Xwedê bixwaze.
Heta kurd nebin ji bindestiyê xelas nebin û xwedî dewlet zindîyên wan li dinyayê û miriyên wan jî di gorrê xwe da tu carî rehet nakin.

XXX


Nûnerê Taybet ê Obama Brett McGurk, li ser hevdîtinên xwe yên li Hewlêrê û bi birêz Mesûd Barzanî ra gotiye,
”Me li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çend civînên girîng û bi sûd pêk anîn, me behsa dabeşkirina Mûsilê li ser 8 nevçeyan kir.”
Li gorî medya kurdî dinivîse Brett McGurk, bi YNKê û grûbên din ra jî ewê hevdîtinan bike.
Bi qasî xuya dike kurd gav bi gav erdên xwe rizgar dikin û bi vî hawî di praktîkê da mada 140î bi cî tînin.
Bi kurtî li Îraqê û Kurdistanê tiştê muhîm dibin, munaqaşe û bazar li ser xerîteyên nuh tên kirin. Di vir da yekîtiya kurdan pir muhîm e. Hêvî dikim PDK, YNK û Goran hemû gelşên xwe yên siyasî, şexsî û hizbî bidin aliyekî û bi yekîtiyeke netewî derkevin hemberî dijminên xwe û bi tifaq li dora masê rûnin.
Ya na miletê kurd ewê zirareke mezin bibîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE