06 november 2016

Bêyî zorê û ço tu tişt nikane Erdogan rawestîne


-Kotek/lêdan ji cinetê derketiye
Rojnmeya alman Bild, Erdog û terora li hemberî kurdan dimeşîne derxistiye manşetê û gotiye Erdogan li hemberî kurdan herb da destpêkirin.
Rojname dibêje, gerek Ewrûpa li hemberî Erdoganê dîktator bêdeng nemîne.
Rojnameyê bang li Ewrûpayê kiriye, gotiye:
”Tirkiye bi leez berbî şerekî hundur dihere, dibê Ewrûpa biryara xwe bide. Leşkerên Erdogan ne tenê Sûriye, êrîşî bakurê Îraqê(Kurdistanê) jî dike. Erdogan, ji dêlî ku li hemberî Daîşê şer bike, bi kurdan ra şer dike. Dibê serokwezîr Merkelbiryara xwe bide. Rawestandina dîktator hîn muhîm e ya jî peymana koçberan?”
Ji bo sekinandina Erdgonê dîktator tenê riyek heye, ew jî ZOR e!
Zoreke wek Pûtîn xist praktîkê.
Heger Yekîtiya Ewrûpa amadeye zoreke wek ya Pûtîn, şer ne tê da lê ji ambargoya ekonomîk bigre, heta avêtina ji NATO, Yekîtiya Ewrûpa, Konseya Ewrûpa yê, bi kar bîne, ewê kanibe Erdogan bîne rê.
Ya na protesto filan û bîvan vana hemû ji bo Erdogan tiştên vala ne.
Erdogan ji gotinê fam nake, tenê ji zorê, ji ço, ji tirsê fêm dike. Ji wî ra ço lazim e.
Heger Ewrûpa amadeye zorê, ço nîşanî Erdogan bide, wê demê mimkûn e netîceyekê bigre, û umrê dîktatoriya wî kin bike.
Nuha li Tirkiyiye koalîsyoneke MHPê û Erdogan ya neresmî heye. Madeya vê kolalîsyonê ya herî muhîm dijminatî û êrîşa ser evgera kurd ya netewî ye, tasfiyekirina tevgera kurd ya siyasî ye. Ji bo MHPê ya herî muhîm e û Erdgogan jî ev qebûl kiriye. Êrîşên ser muxalifên din meseleyên talî ne.
Di êrîşa ser kurdan da helbet ne MHP tenê, Erdogan ji CHPê, hemû hêzên îslamî, kemalîstan,leşkeran, piraniya çepên tirk û ya ya herî muhîm jî ji civata tirk jî destegê digre. Erdogan bi viya zane û lema jî ewê heta dawiyê ji vê piştgriya fireh sûdê bigre.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE