22 november 2016

Bi vê siyasetê Erdogan ewê navê hemû serokên kurdan bide Înterpolê



Tirkiye dixwaze dinyayê jî li kurdan yasax bike
Hukûmeta AKPê ya faşîst jiyan li kurdên Kurdistana bakur kiriye zindan, lê bi vê jî nasekine, wa ye dest bi terorîzekirina kurdên rojava jî kiriye.

Li gorî medyaya tirk dinivîse Tirkiyê ji bo girtinê navê serokê PYDê Salih Muslim, daye Înterpolê.
Bêyî navê Salih Muslim, navê 48 kesên din jî dane Înterpolê.

Yanî mêrikan bi terorîzekirina kurdên xwe qîma xwe naynin, dixwazin kurdên beşên din jî terorîze bikin û jiyanê li wan jî bikin zindan.

Sibe ewê dor were siyasetmedarên başûr û rojhilat jî, ewê navê serokê YNKê, Goranê, PDK a Îranê jî bidin Înterpolê.

Yê îro ji Salih Muslim ra bibêje terorîst, sibe ewê ji Berhem Salih ra jî eynî tiştî bibêje.
Zulm û çavsoriyeke wiha nehatiye dîtin. Ev irqçîtîyeke bêemsal e, ji nazîzmê jî wêdatir e.

Komele, federasyon û rêxistinên kurdan, huqûqnas, nivîskar, rojnamevanên kurd yên li Ewrûpayê dibê li hemberî vê terora dewleta tirk ya sînorên Tirkiyê derbas kiriye bêdeng nemînin û tiştekî bikin.

Dibê kurd bi riya hin huqûqnasan vê meselê bibin dadgeha mafên mirovî ya navnetewî û hemû dadgeh û maqamên têkildar.

Ji ber ku dewleta me tuneye û em miletekî mezlûm û bêkes in Tirkiye diwêre vê zulmê li me bike.
Çawa irqçîtî û terora şexsan û rêxistinan sûc e, dibê irqçîtî û terora dewletan ya li hemberî şexs û milatan jî sûc be.

Dewleta tirk siyasetmedar û ronakbîrên kurdan terorîze dike, li ciyê rehetiyê her kesê muxalif terorîst îlan dike û navê wan dide Înterpolê. Dibê dewleteke nikanibe vê zulmê li însanan bike.

Dibê Salih Muslim û rêxistinên kurdan vê irqçîtî û terora Tirkiyê bibin dadgehên navnetewî û li Tirkyê gilî bikin.



3 kommentarer:

  1. Xalo, Xwede xer ke, ev cend rojin tu nanivisi cima?

    SvaraRadera
  2. Hi, xalo xuya ye tu cuyi dereki loma deng ji te naye.

    SvaraRadera
  3. Mamoste, tu ji nishka ve be xeber ev heftiyeke wendayi min meraq kir. Xwede bike xer be.

    SvaraRadera

PARVE BIKE