02 november 2016

Bira Mûsil ya mûsiliyan be lê Diyarbekir ya tirkan be !



Erdogan dibêje ”gerek Helebê helebî, Mûsilê mûsilî, Kerkûkê kerkûkî”, lê Diyarbekrê jî bira mamûr, leşker û polîsên wî îdare bikin, ew ji qesra xwe îdare bike.
Hûn dibînin mêrik çi çavê diya xwe ye, tiştê ji her kesî ra dixwaze, tenê ji kurdan ra naxwaze.
Û kurdên bêxîret jî ji van gotinên wî ra li çepikan dixin, dibêjin her bijî!
Yê bibe hevalê neyar ûjdan û xîreta xwe jî wenda dike

XXX
Bi milyonan tirk dixwazin bibin polîsên tîma taybet ji bo ku şerê kurdan bikin
Ji ber daxwaza zêde ya kesên xwestine bibin polîsên tîma taybet(polîsên ozel harekatê), sîteyeya înternetê ya miracaetê herifî ye, têk çûye.
Ji bo şerê li hemberî kurdan dewlet ewê 10 hezar polîsên din bigre tîma taybet ya polîsan.
Lê heta nuha nêzî milyonek kesî miracaet kiriye. Ji ber vê serlêdana zêde stîteya înternetê têk çûye.
Bi texmîna min hejmara kesên dixwazin bibin tîmê taybet kane derkeve 10 milyonî jî.
Ji ber ku hema hema hemû xortên tirk bi dil û can amadene bibin polîs, komando û tîmên taybet, ji bo ku li hemberî kurdan şer bikin.
Lema jî 900, milyonek, du milyon daxwazname qet ne tiştek e, heger sîteya miracaetê têk neçûya ewê deh qatên din jî zêde bibûya

XXX
Dilê Çavûşoglu ji Başîkayê geriya ye...
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu gotiye, ”Kampa Başîka êdî bêmane bû.”
Na lo!
Çima bêmane bû!
Hûn pir rezîl bûne lê hûn li ber xwe nakevin…
Magî wek dansozan çer viz dike.
Wek kurd dibêjin, bimê, heger hûn pir mêr in dev neguherin û herin jahrekê belav bikin.
Bi rojan qebeqebe Erdgaon, Binalî û ya te bû, we digot:
Em ji Başîkê venakişin.
Emê tevî operasyona Mûsilê bibin.
Dibê Heşdî Şabî tevî operasyona Mûsilê nebe.
Bi rojan bû birre birra te û Erddogan, lê kesî filesikî xwe di fortên we yên vala neda û dawiya dawî jî hûn li ser dêla xwe ketin…
2016-11-01



XXX
Li Tirkiyê ev rewş ewê çawa be?
Heta Erdogan li ser hukim be ewê xerabtir bibe.
Sibe ewê ji îro xerabtir be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE