22 november 2016

Çareya me dibê em jî wek xelkê bibin xwedî dewlet

Heta ku partî û komeleyên me, dezgehên me bi destûra dewleta tirk vebin, ewê bi emir û fermana eynî dewletê jî werin girtin.

Yê xwedî dewlet, xwedî biryar û xwedî îrade ye jî.
Yên dewletê ji bo xwe hewce nebînin, qedera xwe bi demokrasiya tirkan ve girê bidin, dibê bi girtina partî û komeleyên xwe, bi girtina belediyan û serokên wan, bi girtina mebûsên xwe jî matmayî nemînin…

Heta em bindestê dewleta tirk bin, heta hebûna komele, partî û dezgehên me di destê tirkan da be, yanî heta em li welatê xwe nebin xwedî desthilat garantiya rêxistinên me jî û ya şexsê me jî tuneye. Tirk kînga bixwazin ewê rêxistinên me bigrin û serok û mebûsên me jî bavêjin zindanan.

Yanî heger em dixwazin ji vî halî, ji vê bindestiya rezîl xelas bin, dibê em jî wek tirk û ereb û farisan li welatê xwe xwedî hukim û desthilat bin…

Ha îro em nikanin bigihînin vê hedefa xwe, em nikanin bibin xwedî dewlet, ev tiştekî din e, lê dibê em bizanibin çare ev e, dibê ev yek tim û tim bîra me da be û em ji bo vê armancê bixebitin.

Cihûyan(yahûdîyan) di dema bindestiyê da her rê ceribandin, li welatên xelkê bûn her tişt, hatin meqamên herî bilind, bûn zengînên dinyayê, bûn edîb û alimên herî mezin, lê dîtin ku ne çare ye, heta ew bêdewlet û bindest bin, garantiya tu tiştekî wan tuneye.

Lema jî Herzlê bavê sîonîzma siyasî çare di dewletbûnê da dît û fikrê avakirina dewleteke cihuyan ya serbixwe xist serê cihuyan û cihû ji bo wê xebitîn.

Theodor Herzl ji gelê xwe ra got, ya emê dinyayê wek xwe bikin, ku ev yek ne mimkûn e,  ya jî emê bibin wek dinyayê yanî bibin xwedî dewlet.
Û bi rastî jî  ji bo ku dewlet ji bo xwe kirin armanc, di nava 50 salî da gihîştin armanca xwe.

Dibê em kurd jî wisa bikin û wisa bifikirin.
Dibê em kurd jî bibêjin heta em nebin xwedî Kurdistaneke serbixwe ne li Tirkiyê, ne li Îranê û ne jî li Îraq û Sûriyê ji me ra rehetî tuneye. Partiyên me jî, komeleyên me jî ewê tim werin girtin û ciyê me jî ewê tim zindanên îşxalkarên welatê me bin



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE