07 november 2016

Çima ne hûn lê gelê biryarê bide?



Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen gotiye, ”di meclîsê da mayin û nemayina wan gel ewê biryarê bide.”
Yanî heger ”gel” bibêje di meclîsê da bimînin, piştî vê zulmê jî ewê ji meclîsê venekşin.
Û na heger gel bibêje ”dev ji meclîsê berdin”, ewê jê vekşin.
Axir ”gel” çi bibêje ewê wê daxwazê bi cî bînin…
Ev avêtina topê ji tacê da ye, nîşana bêbiryariyê ye.
Çima gel ewê biryarê bide?
Gel hûn hilbijartin, kirin nûnerên xwe. Piştî wê dibê hûn wek partî, wek parlamenter xwedî îrade bin û siyaseta xwe bi xwe tanzîm bikin.
Nuha hûn wek HDP hîn jî mayina di meclîsa tirk ya faşîst û antî-kurd da rast dibînin ya na?
Carê vê şêla xwe, vê biryara xwe eşkere bikin, wek partî hûn çi difikrin, raya we çi ye?
Ji bo ku em jî û gel jî bizanibe di vî warî da hûn çi difikirin?
Dibê nuha rayeke we, fikrekî we hebe.
Dev ji van taktîkan berdin û gel nekin şirîkê siyaseta xwe ya tirkîyewî.
Em ferz bikin hûn wek partî vekişandina ji meclîsê rast dibînin, lê di netîceya ankêt û hevdîtinan da piraniya ”gel” ev biryara we şaş dît û xwest hûn nîvî di hefsê da û nîvî jî di meclîsê da bimînin.
Ma hûnê qebûl bikin?
Ya jî eksê wê.
Ya din meselên wiha pirsîna ji gel rast e?
Gel her tim biryara rast dide?
Heger biryara gel her tim rast be emê AKPê û MHPê çawa îzah bikin, emê piştgiriya Erdogan çawa îzah bikin?
Bi baweriya min argumenta ”gel çi bibêje” emê wer bikin ne rast e û ne argumenteke cidî ye.
Çavqurçkirina bi hukûmetê û Erdgoan ra ye.
Bêqerarî ye.
Mayina di orta Xelîl û Celîl da ye…
Ma heta nuha tiştê we kir, siyaseta we meşand, we ji gel pirsî?
Na, we tu carî şêwra xwe bi ”gel” nexwest.
We wek partî we çi rast û çi xwar dît, we ew kir.
Û ji xwe ya rast jî ev e.
Bi baweriya min ji zû da ye tu sebeb nemaye kurd di meclîsa tirk ya nîjadperest û antî-kurd da bimînin.
Bêyî demagojiya emê ji gel bipirsin, gel çi bibêje emê wê bikin, dibê HDP dev ji meclîsa tirk berde û careke din jî neçe meclîsê.
Piştî hewqas serpêharî û tecrûbe mayina di meclîsa tirk da tiştekî vala û pir bêmane û bêfeyde ye?
Nuha hûn bi qedrê xwedê dikin, hebûna HDPê û çend parlamenterên kurd çi feyde gîhandiye kurdan?
Hêviya ji HDPê û ji çûna meclîsê dihat kirin, hatiye cî, rast derketiye?
Ka çi îmkan qezenceke konkret ji kurdan ra, ji bo çareseriya mesela kurd bi xwe ra aniye?
Bêyî zulm, lêdan û heqareta li mebûsên HDPê, bêyî guhdarîkirina li heqaretên tirkan, min tu feydeyeke hebûna di meclîsê tirk da nedîtiye?
Lê ev nebes bû, nuha di ser da nîvî xistine zindanê, hinek bi çolan xistine û yên mayî jî dixwazin bi tehdîda girtin û zindankirinê baş terbiye û çavtirsiyayî bikin.
Ez bawer nakim çûna meclîsa tirk ya faşîst û antî-kurd hêjayî vî bedelê giran be…
Nalet li meclîsa wan were, bêyî pirsîna ji filan û bîvan dev jê berdin. Hêviyek ji HDPê û ji çûna meclîsê dihat kirin, derket ortê ku ew hêvî şaş û bêbingeh bûye.
Tirk hîn ne hazir in kurdan nas bikin û mafê wan yên netewî bidin. Çêkirina partiya Tirkiyê jî ev şêla tirkan ya înkarê neguhert.
Yanî siyaseta partiya Tirkiyê, cumhûriyeta demokratîk, ”welatê mişterek”, demokratîkkirina Tirkiyê halîhazir xeyalekî vala ye.
Tirk hîn ne hazir in dev ji siyaseta xwe ya “yek milet, yek dewlet, yek al, yek meclîs, yek ziman” berdin.
Hûn kîjan paritê çêkin jî pere nake.
Lema jî ka werin siyaseteke kurd û Kurdistanî bidin ber xwe, partiyeke kurd û Kurdistanê çêkin.
Hûn çi tawîzê bidin jî hûn nikanin qûna dewleta tirk ya irqçî, faşîst û antî kurd rast bikin.
Rast nabe, xwar çê bûye.
Ka werin xwe bi guhertina Tirkyê ra zêde newestînin, heyfa ked û xebata we ye, heyfa bedelê hûn û gelê we dide…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE