11 november 2016

Dawiya kurdên heyranê celadê xwe nayê

Serokê belediya Pulura (Qişle,Ovacika) qeza Dêrsimê, Fatîh Mehmet Maçoglu yê komunîst û Ataturkçî gotiye:
”Tu ne mecbûrî ji Ataturk hez bikî, lê belê tu mecbûr î hurmetê nîşanî kesê ji wî hez dike bidî. Heger tu nîşan nedî wê demê dibê tu ji bo demokrasiyê nekî gazî û hawar.”
Maçoglu endamê Partiya Komunîst a Tirkiyê ye. Navê wî, Fatîh Mehmet Maçoglu, tam navekî pant-turkîst û faşîsta ye.
Mêrik wek kurdekî murîdî Ataturk hazir e êrîşî hemû kurdên ne wek xwe, kurdên wek wî ne nayarên qewmê xwe bike.
Çimkî dibêje her kurd mecbûr e hurmetê nîşanî kemalîstan bide.
Li gorî vê dîtina Maçoglu, kurd ji Devlet Bahçelî yê faşîst hez nekin jî lê belê mecbûr in hurmetê nîşanî faşîstên Bahçelî bidin.
Kurd ji Seddam Husên hez nekin jî lê belê mecbûr in hurmetê nîşanî heyran û qatilên Seddam bidin.
Kurd ji El Baxdadî hez nekin jî lê belê mecbûr in hurmetê nîşanî qatil û terorîstên Daîşê bidin.
Kurd ji Erdogan hez nekin jî lê belê mecbûr in hurmetê nîşanî kurdên xayin, kurdên bûne xulamên Erdogan bidin…
A komunîstên tirk ev in…

XXX


Ajansa Anadoliyê(AA) ajansa dewleta tirk ya resmî ye. Ev ajansa dewletê ya resmî li hemberî Kurdistana Federe û hêzên pêşmerge xeberên vir û dijminane, xeberên ji serî heta dawî neyartiya kurdan, xeberên PDKê û YNKê wek hêzên zulimkar nîşan dide belav dike..
Li gorî vê xebera AA yê hêzên pêşmerge li Kerkûkê li ereban neheqiyê dikin û wan ji gund û malên wan derdixin.
Hukûmeta Kurdistana Federe dibê li hemberî van xeberên AA yê bêdeng nemîne û van viran pûç bike.
Xeberên wiha dibe sebebê propagandeya reşkirina kurdan û hêzên pêşmerge û hinceta ji bo tedaxula dewleta tirk û Bexdayê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE