12 november 2016

Dewleta tirk kilît li deriyê 370 komele û saziyan xist



Wek min texmîn dikir û berî nuha jî çend caran nivîsî, dewleta Erdogan rojname, telewîzyon, sîteyên înternetê û saziyên kurdan û yên kêfa wî jê ra nayê yek bi yek dide girtin.
Hîn lîsteya komele û rêxistinên biryara girtina wan hatiye dayin eşkere nekirine, lê bi qasî çapemenî dinivîse biryara girtina 370 komeleyan hatiye dayin.
Ji van komeleyan 47 hebên wan li Diyarbekrê ne.
Dewleta Erdogan helbet ewê bi vê jî nesekine, qala girtina 1200 komeleyan tê kirin.
Yanî di rojên pêş da ewê hemû komele, sazî û partiyên kurdan yên ne girêdayî AKPê û nêzî dewletê bigrin.
Nuha komele û saziyên ewê bigrin tespît dikin, lîsteyan çê dikin. Peyder pey ewê kilîtê li deriyê hemû rêxistin, komele û partiyan xin.
Xwediyê Tirkiyê Erdogan îşareta vê daye, gotiye:
”Gerorge çi gotiye, Hans çi gotiye, me eleqeder nake. Xwedê çi gotiye ew me eleqeder dike…”
Yanî Ewrûpa ewê çi bibêje, dinya ewê çi bibêje, qanûn çi dibêjin ji bo Erdogan ne muhîm e, ya muhîm gotina Xwedê yanî Quran û şerîet e…
Ê heger her tiştê li gorî gotina Xwedê, yanî Quranê û şerîetê be, wê demê Tirkiye bûye Erebîstana Suûdî
Êdî ne qanûn, şerîet derbas dibe…
Yanî êdî qanûn ”qisas bi qisas” e, xwîn bi xwînê, çav bi çav e. Dest û nig ewê werin jêkirin, serî ewê werin firandin…
Lê esas ”Xwedê”, ”şerîet” merîet hemû jî demagojî ye, bi vê gotinê qesta wî ew bi xwe ye, yanî dilê wî çawa bixwaze ewê wer bike, ewê guh nede tu kesî û tu qanûnê…
Van tiştên min li jor gotin her kes texmîn dike. Wek her tim dibêjim, heta Erdogan li ser hukim be, sibe ewê ji îro xerabtir be.
Ev sedîsed e.
Ya muhîm ne zanîna vê pêşeroja tarî ye.
Emê çi bikin, ya ev muhîm e.
Bi baweriya min hemû hêz, şexsiyet û partiyên kurd li hemberî van êrîşan dibê hêzên xwe bikin yek û tifaqeke netewî çêkin û bi hev ra bi qasî ku kanin li ber xwe bidin.
Bêyî tifaqeke netewî û berxwedanê tiştekî din ê meriv bike ez nabînim…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE