18 november 2016

Dibê esayişa PYDê wek polîsên tirk û Sûriyê zulmê li kurdan neke




Li gorî medyaya kurd dinivîse hêzên esayişa PYDê yên Kantona Cizîrê li Amûdê 6 berpirsiyarên Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê girtine bin çavan.
Navê kesên hatine girtin, cîgirê Serokê wê partiyê Hesen Salih û endamên pîlotburoya PYKSê Ebdisemed Xelef Biro, Enwer Naso, Marûf Mela Ehmed û parêzer Sebrî Mîrza ye.
Girtina berpirsiyar û endamên Partiya Yekîtiya Kurd li Sûrî(Yekît) ji alî esayişa Kantona Cizîrê şaş e, şerm û rûreşiyeke mezin e.
Dibê PYD vê zulmê li kurdan neke, ev ne tu rê ye.
Ez vê kirina esayişa Kantona Cizîrê pir şaş dibînim û ermezar dikim.
Dibê PYD û esayişa Kantonan bi her kes û hêza mixalif ra muamela dijmin neke, wek polîsên rejîma Esed û Beasê neheqiyê û zulmê li kurdan neke, gava bike tu ferqa wê ji rejîma Esed û Erdogan namîne.
Girtin û zindankirina muxalifan şaş e û zirareke mezin dide tevgera kurd ya netewî û yekîtiya kurdan.
Gava li Tirkiyê kurdan, berpirsiyar û endamên HDPê digrin û davêjin zindanê em hemû kurd li dij derdikevin, protesto dikin, dibêjin em ev zul e, faşîzm e.
Kes û hêza zulm û terora tirkan neheq bibîne, rexne bike, dibê ew bi xwe eynî neheqiyê û zulmê li gelê xwe, li muxalifên xwe neke.
Îro ne roja kurd mêraniyê li serê hev bikin, zulmê û neheqiyê li hev bikin, hevûdu bavêjin hefs û zindanan. Îro roja xurtkirina hestên biratiyê û hevkariyê ye.
Îro ji me kurdan ra û bi taybetî jî ji kurdên Kurdistana rojava ra ji berberî û dijminatiyên siyasî bêtir, biratî û hevkarî lazim e, tifaq û yekîtî lazim e.
Bi kirinên muxalifên xwe, PYD zirarê dide xwe û yekîtiya miletê kurd. Di kirinên wiha da ne kara PYDê heye û ne jî ya miletê kurd, tenê zirar e û malwêranî ye. Ev ne tu aqil e, ne tu rê ye. Bi girtinên wiha PYD bawerîya kurdan ya bi hêzên kurd, ya bi hukim û îktdara kurdan qels dike.
Dibê PYD destûrê nede neheqiyên wiha, nehêle hêzên wê zulmê li kurdan û muexalifan bike.
Hêvî dikim her 6 endamên Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê tavilê werin berdan û tiştên wiha careke din dubare nebin.
Bêguman li hemberî dewleta tirk û Daîşê piştgiriya PYDê û gerîla wezîfeyeke netewî ye. Ji roja roj da ye ez xwediyê vê dîtinê me.
Lê li alî din ne rast e meriv li hemberî şaşîyên PYDê, neheqiyên PYD li hêzên din dike bêdeng bimîne ya jî biparêze.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE