17 november 2016

Dibê kurd êdî hemû hilbijartinan boykot bikin,

Dibê kurd êdî hemû hilbijartinan boykot bikin, ne bibin muxtar û ne jî serokê belediyan
Piştî îşxala belediya Sêrtê û girtina serokê belediyê Tuncer Bakirhan, nuha jî serokê belediya Wanê Bekir Kaya û serokê belediya Mêrdînê Ahmet Turk jî girtin û du mamûrên dewletê, walî û wekîlê walî danîn ser serê herdu belediyan.
Diyar e ji bo ku zêde deng û olan nede, zêde mezin nebe hemû belediyan û serokan di yek rojê da nagrin, hemû serokan di eynî rojê da navêjin zindanê.
Ji dêlî wî piço piço dikin, rojê belediyekê, du belediyan digrin û serokên wan teqîf dikin.
Bi baweriya min ne meclîsa tirk tenê, dibê kurd êdî hemû dezgehên mehelî, ji muxtariyê bigre heta bi encumen û belediyan, dibê dev ji hemûyan berdin, bira dewlet wan jî bi mamûrên xwe îdare bike.
Bira başçawîşan bikin muxtar, polîs û tîmên taybet jî bikin azayên belediyan.
Çimkî dewlet netîceyên hilbijartinan qebûl nake, hurmetê nîşanî îradeya kurdan nade.
Kurd kê hilbijêrin jî gava ne bi dilê dewletê be tavilê wan ji kar digre û davêje zindanê û mamûrekî xwe tayinî dewsa wan dike…
Îcar madem netîce ev e, madem ewê ray û îradeya milet pere neke, wê demê ne hewceye meriv di vê tiyatroya dewletê da bibe fîguran; ya baş û rasttir dibê meriv hemû hilbijartinan boykot bike, nebe muxtar, encumen û serokê belediyan.
Ji dêlî wê dibê meriv li dijî îşxalê û ji bo serxwebûnê bixebite, wê ji xwe ra bike hedef.
Ji xwe dewlet muameleya koletiyê bi kurdan ra dike, lema jî dibê meriv bi hilbijartinên bêyî fonksiyon vê statuya kurdan ya koletiyê veneşêre.
Kurdistan di bin îşxalê da ye û kurd jî êsîr û koleyên tirkan in. Dibê hemû dinya vê rastiyê bibîne…

XXX
Li Kurdistana bakur (li Tirkiyê) bêyî micadele û şerê rizgariyê li ber kurdan tu riyeke din tuneye.
Û viya jî nuha tenê PKK û hêza girêdayî wî kane dest pê bike.
Tirk, kurdan mecbûrî viya dikin.
Tirk dibêjin ya hûnê bindestiya me ya ebedî qebûl bikin û hêdî hêdî bibiin tirk ya jî heger hûn kanin ji me veqetin.
Bi baweriya min zor û zahmet be jî PKK û hemû hêzên kurd dibê riya rizgariya yanî serxwebûnê, veqetandinê hilbijêrin

XXX
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî do li Başîkayê li ser pêşeroja kurdan û serxwebûna Kurdistanê axftineke gelek muhîm kir.
Di axaftina wî da nuxteya herî mihîm got, wan ”li ser venekişandina ji navçeyên kurdî bi Emerîkayê ra li hev kiriye.”
Û di serdana xwe ya dawî ya Bexdayê da ji berpirsiyaran ra eşkereyî qala serxwebûna Kurdistanê kiriye. Ji hukûmeta Ebadî ra gotiye,
” Madem em nikanin bi şîrîkî bijîn, bila em bibin cîranên baş. Em li gel Amerîkayê rêketin û dê ji navçeyên Kurdistanî venekişin.”


Heta nuha dihat gotin Emerîka ne li gel serxwebûna Kurdistanê ye. Lê Mesûd Barzanî di axaftina xwe da dibêje Emerîka piştgiriyê dide serxwebûna kurdan.
Ev xebereke xêrê ye û bêguman dilê hemû kurdan şa dike. Hêvî dikim Emerîka li pişt vê soza xwe bisekine.
Lê bi baweriya min dîsa jî bêyî yekîtiya kurdan nabe, dibê PDK, YNK û Goran miheqeq li hev bikin.
Ez dibêjim heger li hev nekin îlankirina serxwebûnê di tahlûkê da ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE