04 november 2016

Ji bo tirkan daxwazên kurdan hertim terorîzim û tahrîka hêzên derve bûye



Tirkan tu carî nexwestine hebûna kurdan qebûl bikin û mafê wan yê netewî bidin.
Û ji bo ku vê siyaseta xwe ya netewî ya înkara kurdan veşêrin, her carê qulpek bi serîhildan û daxwazên kurdan ve kirine, her carê navek lê kirin.
Lema jî bi salan gotin îngilîz li pişt serîhildana Şêx Seîd bûn, nizanim kî û kî li pişt partiyên kurd in.
Lema jî hemû serîhildanên kurdan wek tahrîk û lîstikên hêzên dijminên tirkan nîşan dan.
Nuha jî ji daxwazên kurdan yên herî biçûk ra jî dibêjin ev ”teror” e û PKK jî terorîst e.
Yanî hebûna gelşa kurd, daxwazên kurdan yên netewî qebûl nakin, dibêjin ev teror e.
Hemû mesele ev e.
Ji PKKê ra dibêjin terorîst ji bo ku şîdetê bi kar bînin, ji bo ku serî li tedbîrên leşkerî bidin, ji bo ku mafê kurdan nedin.
Yanî promlem ne PKK ye, dewleta tirk e, ji ber ku naxwazin mafê kurdan bidin, ji bo ku dixwzin bi şer PKKê biqedînin lema ji PKKê ra dibêjin terorîst û di vê da israr dikin.
Roja dev ji vê retorîka xwe ya terorîzmê berdin û PKKê wek partiyeke, wek tevgereke kurd, wek muxatab qebûl kirin, a wê demê ewê şer raweste û mesele têkeve riya çareseriyê.
Heta ev nebe şer ewê berdewam be…

XXX
Gava meriv bindest be, bêdewlet be, polîsên xelkê devê meriv wiha digre û bi vê namerdiyê meriv bi erdê ra dikişkişîne.
Heta em bibêjin dewleta tirk ya me ye, halê me ewê tim ev hal be, emê tim wiha di bin nigan da bin...



XXX
Rûdaw li ser êrîş û operasyonên li hemberî HDPê û girtina parlamenterên wê weşan û rojnamevaniyeke hêjayî teqdîrê dike.
Her êrîş û terora dewleta tirk dike xeber û digihîne bi milyonan kurd û hemû cîhanê.
Ji ber vê weşana Rûdawê ya dirist, bi mesûliyet û netewî ez Rûdawê pîroz dikim.
Û dibê medyaya PKKê û ya nêzî PKKê ji vê şêla Rûdawê ya bêterf û netewî dersekê bigre û ji siyaseta xwe ya antî PDK şerm bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE