06 november 2016

Li hemberî ”Mertala Ferêt”, kurdan û Emerîkayê bi hev ra operasyona ”XEZEBA FERÊT” dan destpêkirin

Yaho ev kurd û Emerîka jî pir zalim in, piçek aqilê di serê tirkan da maye dixwazin wî jî ji serê wan bibin û feqîran wek dîn û haran berra çolê bidin..
Tirkiyê navê operasyona/îşxala xwe ya Cerablûsê kiribû ”Mertala Ferêt”, Emerîkayê, HSDê û YPGê jî navê operasyona Reqayê kirine ”Xezeba Ferêt” !
Yasitar, îcar ”Xezeba Ferêt ” kuro !
De îcar hesab li ba we ye, ma li hemberî xezebê, ”mertal” çi ye ku? Gava ji devê tivingên egîdên kurdan û balafirên mitefîkên me yên Emerîkî û Xerbî xezeb bibare, ”mertal” nabe star û kesî xelas nake…
Xwedê xezebê bi serê kesî da nebarîne…
Ji do bi şev da ye hêzên ”Xezeba Ferêt” li Reqayê, li hemberî  çete û qatilên Daîşê û pîncê Erdogan dest bi operasyona ”Xezeba Ferêt” kirine.
Wek operasyona Mûsilê, di vê operasyonê da jî Erdogan û Bînelî efendî pir xwestin kurd tevê nebin û ew tevê bibin, lê pûş kuta, Emerîkayê qebûl nekir…
Emerîkayê rû neda wan. Nehîşt ji çeteyên Daîşê ra bibin mertal û bi navê alîkariyê çeteyên xwe biparêzin.
Şervanên HSDê û YPGê, bi destega balafirên mitefikên me yên emerîkî û xerbî, xezebê bi ser serê pîncên Erdogan da dibarînin.
Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ashton Carter, kêfxweşî û piştgiriya xwe ji bo operasyona “Xezeba Firêt!” ya girtina Reqayê ragîhandiye û bi dil û can spasî hêzên HSDê kiriye.
Tirkiye di şînê da ye, Bînelî reş girê daye.
Xwedê zane Erdogan nuha ji hêrsan li kê dixe û çi emir û taktîkên nuh dide der û dora xwe…
Ji bo ku Tirkiyê aş bike, Emerîkayê di bin serokatiya serfermandarê xwe da heyetek şandiye Tirkiyê.
Diyar e Emerîka dixwaze tirkan aş bike, dilê wan bigre.
Ji bo ku zêde negrîn û xwe nebihecînin.
Ji xeberên li ser heyeta Emerîkayê meriv fêm dike ku Emerîkayê tawîzeke herî biçûk jî nedaye Tirkyê, tirk destval û xeyalşikestî ji ser masê rabûne.
Ji bo ku hêzên YPGê û YPJê beşdarî rizgarkirina Reqayê nebin Tirkiyê xwe çirand, lê Emerîkayê her car got, ”kurd mitefikên me yên stratejîk in û emê bi wan ra vê operasyonê bikin.”
Emerîkayê, Xerbê ji zûda ye tercîha xwe ji alî kurdan kiriye.
Tirk çi bikin jî, çiqasî bigrîn û bikin qîjeqîj jî Emerîkayê, Xerbê biryara xwe daye, mitefikê wan yê stratejîk êdî ne tirk, kurd in û lema jî dibê li herêmê Kurdistanek, dewleteke kurd ya xurt çê bibe…
Kurdan bi micadela xwe ya 200 salî û bi xweşbînî û kultura xwe ya pulûralîst û bi baweriya bi demokrasiyê, dewleteke serbixwe heq kirine.
Zû dereng dinya ewê vî heqê miletê kurd, vî heqê ku Xerbê sed sal berê bi bêxtî ji kurdan stend, dibê nuha paşda bidin.
Ez bawer dikim ew roj nêzîk dibe.
Hêvî dikim serokên me şaşiyên mezin nekin û kurd bi Kurdistaneke azad bibin cîranê Tirkiyê û bi vî hawî tesîreke pozîtîf li pêşketin û medenîbûna tirkan jî bikin.

1-Amerîkayê bo girtina Reqayê piştgirî da operasyona YPGê
2-Ji Washîngtonê daxuyaniya Reqayê



xxx
Erdogan wek Hîtlerê vê serdemê Yekîtiya Ewrûpayê, Emerîkayê, her kesî bêminet dike. 
Heta bi wê jî nayê serî, gefan li her kesî dixwe.
Lê ev ji tirsê ye, fena tirsonekê bi şev ji ber goristanê derbas bibe ji tirsan li fîtikê xe.
Erdogan ditirse, çimkî zane hatiye dawiya rê, çimkî zane êdî umrê wî kin e. 
Êdî baş zane heger xwe ji ser hukim da bikeve aqûbeta wî ewê ji ya Hîtler, Seddam, Mussolînî ya jî ji a Mîlosewîç ne cudatir be.
Lema jî guh nade tu kesî û tu rexneyê, heta jê tê tirsê û xofê li der û dora xwe belav dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE