10 november 2016

Li ser nasnameya Emre Taner



Dibêjin serokê MITa tirk ((Teşkîlata Îstîxbarata Millî) yê nuha Hakan Fîdan kurd e, ez bi viya zanim, lê min nizanîbû yê berî wî, Emre Taner jî ”kurd e”, ji Diyarbekrê ye.*
Ez nuha fêr bûm serokê MITê yê berê Emre Taner jî kurd e, kurdekî ji Diyarbekrê ji qeza Licê ye.
Gava di Vîkîpedîayê da ez kurdbûna Emre Tane fêr bûm devê min ji hev çû. Heta nuha min nizanîbû, nebihêstibû û li tu derê jî nexwendibû ku Emre Taner kurd e.
Gelek hevalên min ên licî hene, min tu carî ji devê yekî nebihîst Emre Taner kurdekî ji Licê ye.
Geleo her kesî zanîbû min tenê nizanîbû?
Ez bawer nakim kurdbûna Emre Taner wek ya Hakan Fîdan dihat zanîn.
Emre Taner, di nabêna salên 2005-2010a da Musteşarê MITê(Teşkîlata Îstîxbarata Millî ya Tirkiyê)bûye.
Yanî kurdekî serokatiya MITê dewrî kurdekî din kiriye.
Pir ecêb e, pir xerîb e.
Hêjayî lêkolînê ye.
Dibê hinek li ser vê yekê bisekinin.
Dewlet çima du kurdan li pey hev dike serokê MITê?
Çima du kurd li pey hev kanin serokatiya MITê qebûl bikin, tiştê vê wezîfeya bêşeref bi kurdan dide qebûlkirin çi ye?
Miheqeq nuha bi sedan kurdên din jî di MITê da, di meqamên gelkî muhîm da ne, haya me jê tuneye.
Ya muhîm dewlet çima bi kurdan hewqasî bawer e û çima kane hewqasî bewer be?
Çima dewlet ne tirkekî lê du kurdan li pey hev dike serokê dezgeha xwe ya herî muhîm, serokê MITê?
Çimkî natirse.
Çimkî baweriya dewletê sedîsed bi yê kurd tê, zane xayinekî saxlem e, ebeden bi xwediyê xwe ra îxanetê nake.
Tenê bi gelê xwe ra dike.
Heger tirk sedîsed baweriyê bi Taner Emre û Hakan Fîdan neynin wan nakin
serokê teşkîlata îstîxbarata welatê xwe.
Lema jî kurdekî pir rehet dikin serokê dezgeha dewletê ya herî muhîm, serokê MITê.
Ev pir muhîm e.
Maneya xwe tirk sedîsed bawer in van herdu kesan(Taner û Fîdan) bi dewleta tirk ra, bi tirkan ra ebeden îxanetê nakin.
Tiştê vê baweriyê dide dewletê çi ye?
Ya jî tiştê kurdekî hewqasî dike merivekî dewletê yê sadiq û pêbawer çi ye?
Bi baweriya min ev, baweriya dewletê ya bi xwe û segîtiya yê kurd nîşan dide.
Nîşan dide ku dewletê ruh û hestê kurdayetiyê li ba gelek merivên kurd ji bin da kuştiye, îhtîmala îxaneta bi dewletê ra daxistiye binê sifirê.
Gelo mimkûn e dewleta Îsraîl erebekî, filistîniyekî bike serokê MOSSADê?
Ez bawer nakim.
Û ji xwe ereb û filistîniyekî vî meqamê herî bêşeref qebûl bike jî ne mimkûn e.
Lê di nava kurdan da talibên vî meqamê zîrweya xayintiyê bi hezaran hene û xwe venaşêrin jî.
Bala min lêye kurd tenê qala îfadeya Emre Taner ya daye Komîsyona Meclîsê û gotinên wî yên li ser KCKê muhîm dibînin û wê minaqaşe dikin.
Lê min nedîtiye kesî gotibe yaho çawa dibe Emre Taner jî kurd e çima du kurd li pey hev dibin serokên MITê û çima me ev yek nizanîbû?
Emre Taner di sala 1994a da, yanî dema fermana kurdan rakirin, 40 hezar kurd kuştin û cenazeyên wan jî nedan malbatên wan, bûye alîkarê serokê MITê û di sala 2005a da jî terfî kiriye û îcar bûye serokê MITê û ev karê xwe jî tam 5 salan domandiye.
Ez dibêjim ewê miheqeq bi kurdî zanibe.
Erê dibêje ew ji Diyarbekrê, ji Licê ye, lê gelo bi rastî kurd e, tirk e, ermenî ye ya jî ji miletekî din e?
Ev jî nayê zanîn.
Dibê partiyên kurd, siyasetmedarên kurd ev jî bizanîbûna.
Ez bi xwe vê nezanînê wek kêmasiyeke mezin ya kurdan dibînim.
Dibe ku hin kurd zanin Emre Taner kurd e, lê ne her kes, wek Hakan Fîdan nayê zanîn.
Navê wî jî bi min hinekî ecêb hat, ”Emre Taner”!
Emre Taner di sala 1942a da hatiye dinê û navê wî Emre ye.
Kurdekî di sala 1942a da li Licê ya jî li Diyarbekrê were dinê û navê wî Emre lêkin, bi min hinekî xerîb tê.
Geleo navê xwe guhertiye?
Ji Licê ji kîjan malabtê ye, merivên kî ne?
Heger ji Licê be miheqeq nuha hin kes wî û malbata wî nas dikin.
Netîce dewleta tirk em pir perîşan kirine, bi hezaran kurd kirine sîxurên xwe haya me ji me tuneye.
Û em van sîxurên dewletê, van xayinên qewmê xwe baş nas jî nakin. Ev, kêmasiyeke pir mezin e.

NOT:
*Min li gelek çavkaniyan mêze kir, di heqê kurdbûna Emre Taner da tiştekî zelal tuneye. Bi qasî xuya dike bavê wî mamûr bûye û li Diyarbekrê hatiye dinê.
Yanî Emre Taner ne kurd e,  bi eslê xwe tirk e, tenê li Diyarbekrê hatiye dinê.

XXX


Xwediyê Tirkiyê û bavê tirkan yê nuh Recep Tayyip Erdogan, li ser girtina mebûsên HDPê ne bi zimanekî dîplomatîk û siyasî, wek qebedayî û efeyekî peyivîye.û gotiye we meydan ji min ra xwend, hûnê bedelê wê bidin.
Erdogan eynen wiha gotiye:
”Mêrikan ketin meclîsê dewletê bêminet dikin. Piştî parêzbendiya(dokunulmazlik, masûnîyeta)te rabû tu hemwelatiyekî normal î, tu yê hesabê xwe bidî. Gava te neda, tu yê bedelê wê bidî. We meydan xwend, we got PKK, PYD, YPG li pişt me ye, bira werin we xelas bikin. Li pişt me rêxistinên terorê tunene, heq heye, gel heye…”
Wek tê dîtin mêrik êdî venaşêre, dewletê, dadgehan wek ya şexsê xwe dibîne, kî bêemriya wî bike, kî li hemberî wî rabe hesab jê dipirse û bedelekî pê dide dayin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE