11 november 2016

Li Tirkiyê kurd kole ne

Li Tirkiyê kurd kole ne, lê haya wan ji koletiya wan tuneye, naxwazin koletiya xwe qebûl bikin.
Û ji ber ku haya wan ji koeltiya wan tuneye, ya jî ji ber ku naxwazin koletiya xwe qebûl bikin, lema jî nikanin ji koletiyê rizgar bibin.
Li Tirkiyê azadiya kurdan, heq û huqûqê wan, mafê wan ê axaftinê, mafê xebata siyasî û xweorganîzekirinê di destê tirkan da ye, ew çiqasî destûrê bidin kurdan, kurd kanin hewqasî azad bin, bipeyivin û siyasetê bikin.
Li Titkiyê gelek kurd ji nezanî xwe wek tirkan azad û xwedî ray û îrade dihesibînin.
Lê di rastiyê da ne wiha ye, li Tirkiyê kurd wek milet bindest in, kole ne, di qanûnan da ne xwediyê tu mafên însanî û netewî ne, çimkî wek milet kurd tunene.
Azadiya kurdan, mafên wan ên ferdî û netewî di destê dewleta tirk da ye, destê dewleta tirk tim di gewriya kurdan da ye, geh sist dike, geh dijdîne, geh dihêle bîstikekê bîna xwe bigrin, geh bînçikyayî dike, yanî dewlet û ûjdan û merhemeta xwe, ew çi mafî bide kurdan ew e. Kurdê bi vî mafî neyê serî, hin mafên din bixwaze, li hemberî dewletê û hukûmetê serî hilde ciyê wî hevfz û zindan e, ya jî kuştin û reva serê çiyan e.
Tiştê nuha li Kurdistanê dibe û tînin serê kurdan ev e, tirkên xwedîdewlet ji kurdên bêdewlet ra dibêjin, me çi maf da we dibê hûn bidin ser serê xwe, dibê hûn tiştekî zêde nexwazin, dibê hûn tu carî bêemriya me nekin, li hemberî me ranebin. Gava hûn li hember me rabin û doza hin mafên din bikin, wek Erdogan jî eşkere got, hûnê bedelê wê bidin, ciyê we ewê wek Demirtaş û yên din ewê hefs û zindan be...

XXX
Kûçikê li bajêr carê fêrî hestiyên ber deriyê qesaban bibe , hew bajêr û ji ber deriyê qesaban diqete û vedigere gundê xwe.
Eynî tişt tê serê însên jî. Însanê ku carê fêrî û kurtêlên dijmin û xulamtiyê bibe, hew dev ji kurtêlan û xulantiyê berdide. Heta mirinê ewê wer li ber deriyê neyar be…

XXX


Pispor û lêkolînerê kurd Ceng Sagniç, ji Spûtnîk Kurdistanê ra gotiye, hevkariya Amerîka û Kurdistana Federe ji ber pêwendiyên stratejîk û peymana dawî ewê di dema Trump da jî dom bike.
Li gorî Ceng Sagniç, Emerîka ewê piştgiriyê bide referandûma ji bo serxwebûnê.
Lê dixwaze ev yek ne bi zorê, bi riyeke aştiyane bibe.
Ê em çi dixwazin, hêvî dikim tiştê Ceng Sagniç dibêje rast be û Trump ji Obama baştir alîkariya kurdan bike.
Obamayê musilman ne hel kir ne heram kir, Rojhilata Nêz û Navîn kir gêrmiya gavanan û berda.
Û Erdogan jî li ser serê me kir dîkê qoqo, mêrik devê wî nakeve hev, wek kewê gozel wer qebeqeba wî ye û dixwîne, rojê bela xwe di welatekî û serokekî dike.
Dewlet jî û hukûmet jî bûye rêxistineke wî yê şexsî, rojê çensed kesî dide girtin.
Xwedê bela wî bidê.
Lê dibêjin bîna Xwedê pir fire ye, lema jî kane pir dirêj bajo.
Kurd nikanin wexteke dirêj bipên, bîn li kurdan çikiya ye, hukûmeta AKPê em li welatê xwe gelkî şerpeze kirine.
Lema jî ez hêvî dikim berî Xwedê, apê Trump bela wî bidê û îşê wî biqedîne. Ya na mêrik dike çavê me kurdan derxe. Ji wî be ruhê me hemû kurdan bigre.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE