02 november 2016

ŞÎN û ŞAHÎ



Ne "TAZIYE",  bi kurdî meriv dibêje ”ŞÎN” !
Di medyaya sosyal da, di malperên xeberan da her kes dinivîse:
” Ji bo Dr. Silêman TAZIYE hat danîn”!
”Taziya” Dr. Seîd Çurukkaya li Almanya ye…
Yanî ji dêlî ”ŞÎNÊ” her kes gotina ”TAZIYE” bi kar tîne.
Li Kurdistana bakur berê kesî gotina ”TAZIYE” bi kar nedianî, her kesî digot ”ŞÎN”.
Ka em herin şîna filan kes.
Şîna cîranê me heye, ezê herim wir.
Lê nuha gotina ”ŞÎN”ê ji bin da ji ortê rabûye, her kes dibêje ”tazîye”, ”mala taziyê” û ”xaniyê taziyê”.
Taziye û taziye…
Dibe ku ferd bîr nebin, lê telewîzyon, medyaya sosyal, çapemeniya kurd, nivîskar û ronakbîrên kurd dibê ”şîna” kurdî nekujin û ”taziya” erebî nekin devê kurdan, ev asîmîlasyoneke bi dilxwazî ye.
Di kurdî du gotinên pir xweş hene, ”ŞÎN” û ”ŞAHΔ
Gava yek dimre meriv şîna wî/wê datîne, şînê dike.
Û diçe şînê.
Û gava yek dizewice, dawetê çê dike, zarokên xwe sunet dike ya jî rojeke din, tiştekî din pîroz dike, ew jî ”ŞAHΔ ye.
Lema jî meriv dixwaze dostên xwe di şîn û şahiya xwe da bibîne. Yê dost be di şîn û şahiya meriv da xuya dibe.
Şiyarê gorbuhuştê Farqînê di strana xwe ya meşhûr, ”Şîrîna min da dibêje” :

”Şêrîna min, were ba min
Şêrîna min were ba min, ez bê hal im
Ku tu ji min bawer nekî neyê dîtina min
Piştî ez mirim tu qet neke şîna min

Linka vîdeoya Şiyar

Wek hûn dibînin nabêje ”neke TAZIYA min”, dibêje neke ”ŞÎNA min”…
Hêvî dikim medyaya kurd, kurdên qîmetê didin zimanê xwe, ewê dev ji ”taziyê” berdin û gotina ”şîn” û ”şahiyê” bi kar bînin…
Gava hebe, bikaranîna gotinên kurdî berpirsiyariyeke netewî ye…


Navê dîwaneke rahmetî apê Sebrî Botanî jî ”ŞÎN û ŞADΔ ye

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE