10 november 2016

Texmîna min rast derket



Min tim digot Trump ewê qezenc bike, texmîna min rast derket.
Wek şexs tu carî kêfa min ji Donal Trump ra nehat, bi min ji siyasetmedarekî bêtir wek komedîyenekî dihat.
Lê bi wendakirina Hillary Clintonê kêfa min hat. Clinton wek dosta Tirkyê tê naskirin û tirkan jî dixwest ew qezenc bike.
Lê ez nizanim Trumpê ji bo kurdan baş be ya na. Bes tiştê Trump gotiye, ewê şerê hêzên îslamî bike. Ev jî di lehê kurdan da ye. Yên îro êrîşî kurdan dikin hêzên îslamî ne.
Lema jî ji bo me kurdan ya muhîm ne li dijî me be, di şerê li hemberî Daîşê û hêzên îslamî da piştgiryê bide me.
Trump, di hevpeyvîneke xwe da li ser kurdên rojava gotibû, ”Ez heyranê kurda me.”
Hêvî dikim vê heyraniya xwe bidomîne û me xeyalşikestî neke.
Lê dîsa jî qet belî nabe, ya girîng hertim berjewendî ye.
Trump heta nuha xwe li hemberî hemû varyantên hêzên îslamîst, çi nerm û çi jî hişk, çi radîkal û çi jî yên ne radîkal nîşan da. Û got ewê li hemberî hêzên îslamîst şerekî tund bimeşîne.
Ev jî tê maneya ewê hevkarî û piştgiriya Erdogan ya bi faşîstên îslamî ra wek Obama îdare neke. Ne siyaseta Obama ya xweşbîn bûya Erdogan nikanîbû hewqasî vekirî piştgiriyê bide Daîşê û hêzên cîhadçî.
Yanî bi texmîna min li hemberî Daîşê û hevalbendên wê Trump ewê siyaseteke ji ya Obama serttir bimeşîne.
Ê ev jî li berjewendiya kurda ye.
Ji ber ku li herêmê bêyî kurdan tu hêzeke bi rastî li dijî Daîşê û terorîstên îslamî tuneye.
Ez dibêjim îktîdara Trump ji bo kurdan ewê ji ya Clîntonê baştir be.
Lê helbet tiştekî mutleq û neyê guhertin tuneye, Trump kane bi Tirkiyê ra têkiliya xwe baş jî bike. Heger Erdogan bi ya wî bike. Bi qasî xuya ye Trump zêde guh nade demokrasiyê û mafên mirovan…
Netîcehêvî dikim û berjewendiyên/menfaetên me û Emerîka neyên heberî hev.



XXX
Min berê jî got, nuha jî dubare dikim, bi baweriya min wendakirina Clîntonê baş bû. Obama hîşt Erdogan terorîstên Daîşê û bi hezaran faşîstên îslamî bike dermaleyên xwe.
Obama mudaxele bikira Erdogan nikanîbû hewqas xwîn birjanda.
Ji ber ku destpêkê Obama îdare kir, neçû ser Tirkiyê, lema şer hewqasî mezin bû û dirêj ajot.
Bi îhtîmaleke mezin Clîntonê jî hema hema eynî siyaset bimeşanda. Yanî ne şîş ne kebab.
Lê Trumpê ji me kurdan ra baş be, ewê bêtir alîkariyê bi me ra bike ya na ez wê nizanim.
Bi dîtinamin sebebên Trump alîkariyê bi me ra bike ji sebebên neke bêtir e. Çimkî Daîş û faşîstên îslamî êdî ji bo Ewrûpayê û dinyayê jî gelşeke cidî ye, civatên wan jî nerehet dike.
Lê bextê dewletan tuneye...

XXX
Çawa ku Donald Trump bi qezenckirina her kes matmayî hîşt, ez dibêjim bi îktîdar û siyaseta xwe jî ewê her kesî matmayî bihêle.
Li gorî texmîna her kesî Trump ewê him Emerîkayê û him jî dinyayê ji îro xerabtir bike.
Lê wek texmîna hilbijartina wî, min gotibû kî çi bike jî ewê were hilbijartin, ez dibêjim Trump ewê ji Obma baştir be, dinya ewê bibe ciyekî xweştir û ewletir.
Yên îro ji Donald Trump ditirsin, jê hez nakin, di pêşerojê da ewê şaş derkevin û jê hez bikin.
Ekonomiya Emerîka û dinyayê ewê baştir bibe.
Daîş û hêzên îslamî ewê têk biçin, dinya ewê sakîntir û ewletir bibe.
Lê helbet ev texmîn e, texmîn kane rast jî û şaş jî derkve…


2016-11-10

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE