01 november 2016

Tirk wisa dikin ku Tirkiye jî ji destê wan here


Tirk korfahm û totikvala ne, ji dîroka xwe dersê nagrin, netîceyên rast jê dernaxin.
Siyaseta hukûmeta AKP dimeşîne, tiştê îro li hemberî kurdan û cîranên xwe dikin îspata vê korfahmiya wan e.
Şaşiyên di dema Osmanîyan da kirin îro dubare dikin. Yanî lawikê min çû seferê, hat kerê berê…
Wê demê jî li Balkanan, li Arnawutê wisa bawer kirin ku ewê bi zorê, bi terorê kanibin rê li ber azadiya miletan bigrin.
Bêyî şîdetê û zorê tu riyeke din qebûl nekirin, xwestin gelên Balkanan tim bindest bimînin.
Şans û mafê riyeke din nedan  tu miletî.
Lê netîce bi wendakirina Balkanan, bi taybetî jî bi azadbûna Arnawûtê dewleta Osmanî ji Balkanan hat derxistin û belav bû.
Wek Ahmed Zekî Okçuoglu jî gotiye, ”bi wendakirina Balkanan ra dewleta Osmanî hilweşiya. Û gava Kurdistan ji dest here Tirkiye ewê hilweşe."
Û heger aqilê tirkan ev aqil be, heger di vê tirçîtî û korfahmiya xwe da israr bikin belavbûna Tirkiyê zû dereng aqûbeteke mutleq ya li pêş wan e.
Wek boxeyê har êrîşî Sûriyê, êrşî Îraqê, êrîşî kurdên rojava û başûr dikin, dixwzin Kurdistana başûr îşxal bikin.
Bi wê nayên serî nuha jî bela xwe di kurdên başûr dane, dixwazin Mûsilê îşxal bikin. Bi hezaran leşkerên xwe li Kurdistana başûr bi cî kirine.
Çimkî çavên xwe bera hinek erdên din, bera Mûsilê û Kerkûkê dane, 24 saetan qala !Mîsaqî Milî” dikin.
Tu dibêjî belkî yên mahcir, yên erdê xelkê îşxal kirine ne ew in, di ser da Mûsilê jî dixwazin.
Fena ku Mûsil gunê bavê wan be, tapûya Mûsilê li ser navê bavê wan e, lema jî wek mîratxur gundê bavê xwe dixwizin.
Lê qet bîr nabin xelk jî kane Stenbolê, Îzmêrê, Bûrsayê, Antakyê, Antalyê, bi kurtî hemû Tirkiyê bixwaze.
Çimkî Tirkiye yê xelkê ye û ji bo vê tu îspat û delîl jî nelazim e. Yê xerîb, yê îşxalcî tirk in.
Bi qasî ku medyaya tirk dinivîse, ji Anqerê û Çanqiriyê tankên Fermandariya Lîwa Piyade ya Mekanîze ya 28a  ber bi Silopiyê ve ketin rê.  
Yanî li bela xwe digerin.
Neyartiya kurdan çavê birêvebirên Tirkiyê qarixî kiriye, aqil ji serê berpirsiyarên dewlet û hukûmetê û hemû siyasetmedar û leşkeran biriye.
Hukûmet, dewlet, civata tirk, hemû partiyên siyasî, artêş, zanîngeh, ronakbîr û giregirên dewletê ji tirsa kurd dikin li Îraqê û li Sûriyê bibin xwedî dewlet ketine nava panîkeke pir mezin û dikin bibin sebebê Şerê Cîhanê yê Sêyem.
Heger Tirkiye têkeve Mûsilê û li Sûriyê û Îraqê êrîşî kurdan bike ewê şer mezin û berfireh bibe û yên li zirarê derkevin ji her kesî bêtir ewê tirk bin.
Ev ne îhtîmaleke zeîf û pir dûr e.
Heger piçek aqil di serê tirkan da hebûya wanê ji her kesî bêtir hefza xwe ji şer bikira, kî tevî şerê Îraqê û Sûriyê biba jî dibê ew tevê nebûna û xwe jê dûr bixistana û ebeden neyartiya kurdan nekirana.
Lê pantukîzmê, neyartiya kurdan aqil ji serê wan biriye û li bela xwe digerin.
dibê tirk hevza xwe ji şer bikin ji ber ku hemû Tirkiye erdê, axa welatekî din e.
Hemû cîranên Tirkiyê di esasê xwe da dijminên tirkan e û heger şer mezin bibe pir ne dûr e ku her welat doza erdê bike, rst deyne ser erd û bjarên xwe.
Tirkiye bêyî kurdan, bi Bûlgarîstanê ra, bi Yûnanîstanê ra,  bi Sûriyê li ser erd di nava konfilîktekê da ye.
Hemû Ege û Derya spî, Stenbol, Îzmîr û gelek bajarên din yên xelkê ne.
Antakya, Mêrsîn, Îskenderûn bajarên ereban e.
Lema jî sibe gava şerekî mezin derkeve, tiştê hat serê dewleta Osmanî, kane îcar jî were serê Tirkiyê, yanî tenê Konya û Qereman ji wan ra bimîne.
Lema jî heger aqilê wan hebe ewê di ciyê xwe da giran bin, dev ji vê siyaseta êrîşkar, faşîst û antî kurd berdin û wek însanan li malika xwe rûnin, ya na bi Xwedê Tirkiya îro jî ewê ji destê wan here…

XXX
Ahmed Zekî Okçuoglu, li ser psîkolojiya tirkan û korfahmiya wan ya kûr tespîteke muhîm kiriye û çend gotinên pir xweş gotine.
Min nivîs kir kurmanîcî.


"Korfahmiya/Bêaqiliya kûr
Yalçin Kuçuk û Dogu Perînçek, du îdeologên pêşengên ”korfahmiya kûr a tirk in.”
Du korfahmên/bêaqilên mezin li ser Mûsilê tiştên li dijî hev(ziddî hev) dibêjin. Yalçin Kuçuk dibêje, ” em Mûsilê negrin emê Diyarbekrê bidin.”
Dogu Perînçek jî dibêje, ” em têkevin Mûsilê emê Diyarbekirê bidin.”
Were vî kerî ji vî buhurî derbas bike…
Bi ya min di herdu halan da jî Diyarbekir ewê ji dest here.
Nakokiya ketine nav îspata vê yekê ye.
Dewleta Osmanî, gava Balkan ji dest çû hilweşiya.
TC jî, gava Kurdistan ji dest here ewê hilweşe."
2016-11-01
Ahmet Zekî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE