12 november 2016

Tirkan îşê me qedandiye



Bi qasî ku tirkan kurd ji ruh û evîna kurdayetiyê û Kurdistanê dûr xistine û di netîceyê da kirine tirk, ereban û farisan ev yek nekirine û nikanûbûne bikin.
Lema jî ronakbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurd ji kurdistanê bêtir li metropolên Tirkiyê dijîn, di koçkirina metropolên Tirkiyê da tu şaşiyekê nabînin, ji asîmîlasyonê qet nerehet nabin.
Lema jî bi dilxweşî dev ji kurdî û Kurdistanê berdane û bi zimanê tirkî dipeyivin û dijîn, siyasetê bi tirkî dikin, bi tirkî kurdan dixapînin û asîmîle dikin.
Zirara siyasetmedar û partiyên kurd daye miletê kurd ji ya dewletê mezintir û zêdetir e.
Bi destê siyasetmedar, edîb, hunermend û ronakbîran kurd hogirî tirkî û partiyên tirk û Tirkîyeyî bûne.
Xeta xwar ji gayê pîr da ye.
Gayê pîr mezin û serokên kurdan in, siyasetmedar in, hunermend û ronakîrên kurd in. Nivîskarên bi tikî dinivîs in.
Dewleta tirk pişt li kurdan şikandiye, ji ereb û farisan bêtir kurd helandine û kirine nîvtirk.
Lema jî Kemal Burkay, Yaşar Kaya, Şerafettîn Kaya û gelekên wek wan bîranînên xwe bi tirkî dinivîsin.
Ji ber ku kurdên bakur (Tirkiyê)ji kurdên başûr, rojhilat û rojava bêtir ji kurdayetiyê û hestên netewî dûr ketine, ji wan bêtir heliyane û bûne tirk lema ji asîmîlasyonê ne aciz in.
Lema jî kurdên Kurdistana bakur, siyasetmedar, ronakbîr, nivîskar û hunermedên bakur ji vî halê xwe qet şerm nakin.
Bira şerm li wir bimîne, ji jiyana xwe ya li metrepolan, ji zimanê xwe yê tirkî pir hez dikin, bi wê bextewar û serbilind in.
Kurdên dewletê, ji ber ku kurdên başûr, siyasetmedar û ronakbîrên başûr jî wek wan asîmîle nebûne, wek ku ew li Stenbolê dijîn, ew jî li Bexdayê najîn, wek ku ew bi hev ra tirkî dipeyivin, ew bi hev ra erebî napeyivin, xwe mezin û kurdên başûr jî biçûk dibînin.
Kurdên dewletê, ji ber ku ew kanin li Tirkiyê, li Stenbolê bijîn û di TRTê da bibin karkirê dewleta kolonyalîst û faşîst, tirkan pir demokrat û ereban jî pir faşîst û barbar dibînin.
Muhsîn Kizilkaya do bi şev di TRTê da bêyî ku şerm bike, bi serbilindî ev dîtin parast û got ji ber ku tirk tu cudahîyê naxin nabêna tirk û kurdan, ji ber ku tirk ji ereban demokrattir in, lema ew û bi hezaran ên weka wî li Stenbolê dijîn, lê kurdên başûr nikanin li Bexdayê bijîn.
Zilamtiya dewletê mêrik bêar kiriye, lema jî asîmîlasyonê, tirkbûnê, teslîmiyetê wek şerefekê, wek serbilindiyekê, wek demokratbûna tirkan dibîne, ji dêlî ku şerm bike, bi vî halê xwe bigrî, pesnê tirkan dide.
Ji dêlî ku kurdpewerî û welatparêziya kurdên başûr, girêdana wan ya bi Kurdistanê û zimanê kurdî ve teqdîr bike, pesnê wê bide, bi xerabiyan ereban ve girê dide.
Gava fedî nemîne bext jî nabîne…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE