09 november 2016

Tirkiye ev 53 sal in li ber deriyê Yekîtiya Ewrûpayê dipê



Çîroka endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê di sala 1963a da bi îmzekirina Peymana Anqerê dest pê kir.
Yanî ev 53 sal in ji bo endametiyê Tirkiye li ber deriyê Yekîtiya Ewrûpayê di dorê da ye.
Lê hîn jî dor nehatiyê.
Û 53 salên din jî bipê ewê dor neyê…
Sebebê vê payina dûr û dirêj ya dûrî aqilan mesela kurd e. Heger tirkan mefê kurdan bidana ji zû da bûbûn endam.
Lê nadin û lema jî ewê tu carî jî nebin endam.
Di nava 53 salan da bi qasî misqelekî jî xwe neguhertin û demokrasî hezim nekirin.
Ji bo endametiyê 53 salan di dorê da mayin ji bo welatekî, ji bo miletekî helbet şermeke mezin e.
Lê ev yek sûcê wan e.
Û heta ku tirk xwediyê vî aqilî û vê îdeolojiya antî-kurd bin û mafê kurdan yên netewî qebûl nekin, 53 salên din jî bipên, dîsa jî ewê nikanin bibin endam.
Di sedsala 21ê da hîn navê welatê me û perwerdeya bi zimanê me qebûl nakin.
Tirk hîn ji Kurdistana Federe ra nabêjin Kurdistan
Yanî endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê girêdayî azadiya kurda ye, heta ku tirk hebûna Kurdistanê qebûl nekin û mafên kurdan yên netewî nedin, weleh ew kortika hustuyê xwe dibînin jî, endametiya Yekîtiya Ewrûpayê nabînin.
Û ne endametiya YE tenê, şer, pevçûn, teşxele, bêîstîkrarî, darbeyên leşkerî û tevlihevîyên siyasî jî ewê tu carî neqedin.
Tirkiye ewê tu carî nebe welatekî aram, bi îstîkrar û demokratîk.
Bi gotineke din, endametiya Tirkiyê jî, aramî, îstîkrar û demokratîkbûna Tirkiyê jî girêdayî azadbûna kurda ye, heta kurd bindest bin, halê tirk jî ewê tim ev rezalet be.


2016-11-08

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE