28 december 2016

Di 700 sal da me 654 kitêbên bi kurdî weşandine


Li gorî lêkolîna M. Malmîsanij, dewra Osmaniyan jî tê de, heta sala 2006a hejmara kitêbên li Tirkiyê  bi zimanê kurdî çap bûne  li ser hev 654 heb in."
Ji van 654 kitêban 580 heb bi kurmancî ne û 74 heb jî bi zazakî(kirmanckî)ne.
Û ji van kitêban 579ê wan di nabêna salên 1990 û 2006a da çap bûne. 103 hebên van kitêban li derveyî Tirkiyê û Kurdistanê û bi piranî jî li Swêd çap bûne.
Kitêbên di dema Osmaniyan da çap bûne herewere 30 heb in. Yanî di nava 600 salên hukmê dewleta Osmanî da tenê 30 berhemên bi kurdî çap bûne.
Hemû berhemên di dema Osmaniyan da çap bûne bi elîfebeya erebî ne û hemû jî şiîrên bi destnivîs in. Hin werger jî hene. Încîl yek ji wan wergeran e.
Li gorî tespîta Malmîsanij, kitêba bi kurdî cara pêşî li Stenbolê di sala 1844a da çap bûye.
Di nava kitêb û wergeran da yên herî zêde şiîr in, 174 heb in. Roman 69 û çîrok jî 65 heb in.
Kitêbên li ser folklorê, ferheng, kitêbên dînî, kitêbên zarokan û kitêb û materylên perwerdeyê jî di nav vê hejmarê da ne.
Lêkolîn heta sala 2006a ye. Bêguman di van 10 salên borî da jî him li Tirkiyê û li Kurdistana bakur û him jî li Ewrûpayê gelek kitbên bi kurmancî û zazakî hatin weşandin. Lê ew ne di vê lokêlînê da tunene.
Gava min jimara 654 dît ez matmayî mam. Çimkî li gorî lêkolînê di nava 700 salan da tenê 580 kitibên kurmancî hatine çapkirin. Meriv naxwaze bawer bike.
Nufûsa Swêd 10 milyon e, par(2015)li Swêd 15.294 kitêbên cûr be hatin weşandin.
Lê me kurdan ne di salekê da, tam di 700 salî da herewere 580 kitêbên kurmancî û 74 kitêbên zazakî weşandine.
Ferqa me û tirkan jî bi qasî ya Swêdiyan mezin e. Li Tirkiyê jî par 49 hezar û 149 kirêb(her babet kitêb di nava vê jimarê da ne. Yên mekteban jî)hatine weşandin.
De îcar hesab li ba we ye. Gava meriv fê ferqa di nabêna xwe û xelkê da dibîne, meriv baştir fêm dike çima em hewqasî paşdamayî û reben in.
Mala Malmîsanij eva be, camêr bi vê lêkolîna xwe jî wek hemû berhemên xwe yên din ji miletê kurd ra xizmeteke pir mezin û bêhempa kiriye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE