29 december 2016

Ev aqil têra me nake


Serokên kurdan, gelek siyasetmedar xwe pir biaqil dihesibînin, li gorî wan ew pir biaqilin û serok û siyasetmedarên din ya kêmaqil in, ya jî bi qasî wan ne bi aqil û jîr in.
Mimkûn e, ez nizanim kîjan serok û siyasetmedar super zeka ye, biaqil û jîr e û kîjan jî korfahm e, di serê wî da aqilê çûkekê jî tuneye…
Çimkî tu mîtroyek û mêzîneke meriv aqil û jîrîtiya însanan pê bipîve û biwezîne tuneye.
Xwezî hebûya, wê demê karê me pir rehet dibû…
Lê ev jî heye, Descartes gotiye, ”Biaqilbûn ne tiştek e, ya muhîm dibê meriv wî aqilî di cî da bikar bîne.
Yanî aqilê di cî û wextê da neyê bikaranîn bi kêrî tiştekî nayê, ya muhîm di cî da û rast were bikaranîn.
Lema jî gava em bala xwe didin netîcê û sifreya hazir, em dibînin ku aqilê jîr û biaqilên me jî têrê nake.
Heger têrê bikira nuha kurd li her çar perçên Kurdistanê neketibûn gewriya hev, nuha ji tirs û xofa şerê birakujiyê em neketibûn hev, ji kêfa yekîtiyê û serketinê me dîlan digirt.
Ez dibêjim serok û siyasetmedarê me yê herî biaqil û jîr û mezin jî dibê hinekî din jî zorê bide sînorên aqilê xwe, kêmasiya xwe bibîne û qebûl bike.
Çimkî heger aqilê heyî têra çareserkirina gelşên me bikira nuha destê me ne di gewriya hev da, milê me di hev da bû û em li diyarekî din bûn, di halekî baştir da bûn.
Bi vî aqilê xwe em ne ji dîroka xwe û ne jî ji dijminên xwe dersê û îbretê digrin.
Hewcedariya me bi aqilekî din û siyasetmedarên biaqiltir heye. Bi vî aqilî bi navê Xwedê em nagihîjin tu derê

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE