16 december 2016

Ev namerdê har jî kurd derket


Her cara ez di kanala telewîzyineke tirk da faşîstekî har û neyarekî kurdan yê devbixwîn dibînim, ez ji xwe ra dibêjim hêvî dikim ev keftar û gurê har ne kurd be.
Çimkî ji tecrûbeyên xwe zanim piraniya kesên zêde neyartiya kurdan dikin kurd derdikevin.
Do min li ser girtina Husnu Mahalli xeberek xwend.
Di xeberê da qala yekî bi navê Erkan Tan dikir. Digot Erkan Tan, di telewîzyona Ahaberê da heqaretên mezin li Husnu Mahalli kiriye, gotinên pir giran jê ra gotiye.
Min meraq kir û li xeberê nêrî.
Piştî min piçekî lê guhdarî kir, madê min li hev ket, min kanal girt. Nedihat guhdarîkirin. Sûtalekî devpîs bû. Çeteyên îslamî diparast.
Qet durfê kurdan pê nediket û tirkiya wî jî ebeden nedişibiya ya kurdekî.
Lê ji ber ku merivekî pir rezîl û faşîstekî devbixwîn xuya dikir, min got bi Xwedê hebe tunebe ev kurd e. Namerdên wiha bi piranî ji kurdan derdikevin.
Li ser vê, di Googlê da min bala xwe dayê hela ev zilam(Erkan Tan) ji kîjan bajarî ye, kurd e ya na?
Bêbav, namerd kurd derket û him jî ji Şirnexê.
Bavê wî qaymeqamtî û walîtî kiriye.
Lema jî bûye faşîstekî har û neyarekî kurdan yê temam.
Heta nuha di medyaya tirk da min gelek merivên pir rezîl, pir har û pir namerd dîtine.
Lê yek jî avê li destê Erkan Tan nake, ev xayin pir har xuya dike, lema jî ji devê wî agir û jahr dibare. Xayinek pir êrîşkar e,
Xwezî ev faşîst û cahşê har ne ji Şirnexê bûya…
Heyfa Şirnexê…



XXX
9 sal berê, di rojeke wiha da, cara pêşî min xurî bi kurmancî dest bi Facebookê kir.
Min nizanîbû, Facebookê îro bi vê vîdeoyê bîra min xist, got 9 salên te qediya, tu ketî sala dehan. Û pîroz be!
Wext zû dibuhure, di van 9 salên borî da min bi hezaran nivîs nivîsî. Ne Fec bûya minê tiştek nenivîsiya. Yanî tiştê min nivîsîn bi piranî xêra Facê ye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE