21 december 2016

Ferqa nabêna siyasetmedarên bakur, rojhilat, rojava û başûr..



Wek tê zanîn di nabêna 15 û 16ê mehê da(15,16/12-16)li Zanîngeha Emerîka ya Duhokê li ser serxwebûna Kurdistanê, astengî û avantajên li pêş serxwebûnê konferanseke gelkî mezin û muhîm çê bû. 
Ji kurdan û biyaniyan gelek siyasetmedar, dîplomat û şexsiyetên bi nav û deng beşdarî konferansê bûn û li ser pêşeroja kurdan û serxwebûna başûrê Kurdistanê dîtin û fikirên xwe gotin.

Heta ji min hat, min li vîdeoyên axaftinan temaşe kir û xeberên li ser konferansê xwendin.
Min li Mele Bextiyar, Berhem Salih, Mesrûr Barzanî, sekreterê PDK- Îran Mustefa Hicrî guhdarî kir.
Dema meriv li siyasetmedarên Kurdistana rojhilat û başûr guhdarî dike, meriv ferqeke mezin di nabêna wan û siyasetmedarên Kurdistana bakur da dibîne.

Siyasetmedarên Kurdistana rojava(bêyî Salih Muslim)ji xwe dema dipeyvin meriv nizane çi dibêjin. Meriv ne ji axaftina wan û ne jî ji nivêsên wan fêm dike. 

Çimkî erebî kurdiya wan bi carê da seqet kiriye, xistiye derceya nayê fêm kirin.
Gava meriv li siyasetmedarên Kurdistana rojhilat û başûr guhdarî dike, meriv dibîne siyasetmedarên Kurdistana rojhilat û başûr him bi zimanê xwe ûhim jî bi fikrên xwe kurd in, xwedî zanîneke dîrokî û şiûrekî netewî ne.

Meriv dibîne haya wan ji dîroka wan, ji serpêhatiyên pêşiyên wan, ji têkçûnên serîhildanên kurdan û ji dek û dolabên dijminên wan heye, zanin di dîrokê da çi hatiye serê wan û kê çi kiriye.
Lê gava meriv li siyasetmedarên Kurdisana bakur guhdarî dike, meriv nizane kurd in, tirk in ya jî ji miletekî din in.

Di axaftinên siyasetmedarên kurdên bakur da perspektîv, palpişt û şiûra netewî û Kurdistanî pir zeîf e, lema jî meriv nizane yê dipeyive ji çi miletî ye û çi dixwaze…

Siyasetmedarên Kurdistana bakur bi piranî û berî her tiştî bi kurdî nizanin, dîroka xwe, serpêhatiyên pêşiyên xwe nizanin û lema jî nikanin ji wan numûneyan bidin.

Lema jî axaftinên siyasetmedarên Kurdistana bakur, li gorî yên rojhilat û başûr zanîneke dîrokî nade kesê guhdar, hest û şiûra netewî bi înanan ra gur û geş nake, fena ku meriv li xatibekî meriv ji zimanê wî fêm neke guhdarî bike.

Meriv fê ferqê di nabêna meleyên bakur û rojhilat û başûr da jî dibîne. Meleyên rojhilat û bajûr bêtir netewî ne, xwediyê şiûr û asoyeke milî ne.

Ez van tiştan ne di netîceya lêkolînekê da, li gorî muşahade û tecrûbeyên xwe dibêjim.

XXX
Kurd ya ewê bibin xwedî Kurdistaneke serbixwe ya jî ewê heta û heta wek xulam û koleyên faris, ereb û tirkan bijîn. Heta ku dihelin, dibin faris, ereb û tirk.
Gelek kurd ji nuha da bûne xulam, cahş û heta kûçikên tirkan û bi vê yekê jî pir serbilind in.
Û lema jî li bajarên Kurdistanê bi allên tirk xulamtî û cahşîtiya xwe bi îftîxar nîşanî me didin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE