09 december 2016

Heger bixwazin ewê li hev bikin

Dibê her siyasetmedar, serok û ronakbîrên kurd xwedî îdîal be, ev tiştekî baş û pozîtîv e.
Lê belê gava karîyerîzim, kursî û pûlperestî dewsa îdealîzmê bigre pir xerab e, hela ji bo kurdan tew malwêranî ye.
Bi baweriya min heger siyasetmedar û serokên partiyên kurd, bi taybetî jî yên PKKê, PYDê, PDKê, YNKê û Goranê, ji ber ku vana hêzên herî mezin û xwedî hukim û desthilat in, dev ji karîyerîzmê û ez û ezê berdin û kursî û meqamên xwe û berjewendiyên xwe yên şexsî di ser berjewendiyên netewî û Kurdistanê ra negrin kanin di nava hefteyekê da li hev werin.
Heger li hev nayên ji ber ku naxwazin dev ji kursî û meqamên xwe û berjewendiyên xwe yên şexsî û madî berdin. Kînga berjewendiyên netewî di ser berjwendiyên xwe bigrin ewê li hev werin. Wekî din tu sebebekî cidî, tu asteng tuneye. Kes naxwaze dev ji kursiay xwe û berjewendiyên xwe berde. Hemû mesele ev e.
Bahaneyên îdeolojîk, siyasî, nizanim kî meriv û ajanê kê ye, vana hemû demagojî û hincetên vala ne.
Heger meriv dirist be, bi xwe ra samîmî be, rastgo û ne zilam û mirêdî partiyekê û serokekî be meriv vê rastiyê dibîne…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE