01 december 2016

Ji xwe ra karekî din bikin

Hin kes bûne siyasetmedarên kurd lê karekî şaş hilbijartine, bi fikir û dîtinên xwe ne siyasetmedarên kurd in.
Beyan û nivîsên li ser mirina Castro bixwînin , hûnê bibinin kî bi fikrê xwe kurd e, kî ne kurd e, aqilê kê ji kîsê wî ye û aqilê kê ji kîsê xelkê ye.
Merivê, çepê, komunîstê pesne Castro bide, wek musilmanê pesnê Daişê bide, di nabênê da tu ferq tuneye.
Tirkiye beguman ne welateke demokratîk e, azadî li Tirkiyê tuneye. Lê Tirkiye bi vî halê xwe jî sed qatî ji Cubyê demokratîktir e. Castro bi qasî Erdogan jî ne demkrat e, ji Erdogan dîktatortir e.
Yê li dijî Erdogan şû rejîma wî be û Castro û rejîma wî ya dîktator biparêzê merivekî bêîstîkrar e, ne demokrat e.

XXX
Castro, dîktatorê ku bindestan, feqîr û nezanan jê pir hez dikirin, piştî 90 sal umir îro mir.
Xêra castro gihîştibe kê jî negihîştiye kurdan.
Ew tim bû heval û piştgirê neyarên kurdan, bû piştgir û hevalê Seddam, Ahmedî Nejad, Esed û heyranê Ataturk.
Qetliama Helepçeyê parast. Tu carî bi çavê dostekî li berxwedana kurdan nenerî, piştgirî neda kurdan, di heqê kurdan da gotinek baş nekir.
Lê hin kurdên komunîst, hin kesên totikvala hin jî ji Castro hez dikin û şîna wî dikin.
Ji ber ku asîmîlasyona tirkan bi wan ra şiûrê netewî û kurdayetî kuştiye. Lema jî bi fikir û hestên xwe ji kurdan bêtir bûne çepên tirk.
Hin kurd ji mêran hez dikin , dixwaze bira dîktator be, dixwaze bira hevalê neyarên qewmê wan be.

XXX
Kurdê bêdewlet wek teyrê bê per û bê bask e, tunebe ji bindestiya tirkan çêtir e.
Mêrikan him me dikujin û him jî nahelin em di gorra xwe da ji bisitirin.
Kurdê hevalê vê dewletê, hevalê vê hukûmetê ji namûsê şuştiye, tu wesfekî însaniyete pê ra tuneye.

XXX
Tirkan li Izmirê piştî 4 rojan termê gerîlayekî ji gorra wî derxistine û gotine em qebûl nakin terorîst di nava axa me da werin weşartin. Cenaze li Tirkiyê qebûl nekirine, şandine bajarê wî.
Lê kurdên dev ji xulamtiya tirkan bernadin hîn jî hene.
Pozê meriv neşewite meriv li ber xwe nakeve.

XXX
Her parî tê cûtin lê her peyv nayê gotin.
Carnan meriv bêdeng be, xwe kerr bike baştir e.

XXX
Wexta nêçîra min tê guyê tajiyê min tê.

XXX
Kêmaqil riya xwar bi ber hevalê xwe dixe.
Di nava kurdan da kêmaqil yek ji yekî ra dibêje wê da here.

XXX
Di van rojên giran da ji bo ku ez nikanim çend xîcan, çend kevir û kuçan di neyaran wer kim pir xemgîn im.
Şîrketa înternetê bi min ra qeleşî kir.

XXX


Ev 3 roj in interneta min qut bûye, li mal ne i nternet û ne jî telewizyon heye. Ez nizanim hale kurdan çi ye. Ez bûme xwê û ketime êgir. Telefon jî bi internete ra qut bûbû. Lawikê min nuh çêkir û min ev agahî nivisî. Ez bawer dikim heta duşemê û seşemê jî ewê internta min tunebe

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE