01 december 2016

Jiyan bêyî înternet nayê kişandin !!!



Heta nuha min nizanîbû jiyan bê înternet û telewîzyon, lê bi taybetî jî bêyî înternet nabe, nayê kişandin....
Nuha min ev rastî bi tecrûbe fêm kir.
Wek tê zanîn ji bo hin kurdan jiyan ”bêyî serok” nabe!
Li hemberî vê sloganê min jî tim digot, ”jiyan bêyê Kurdistan nabe”!
Lê nuha, piştî ku ez hefteyekê bêyî înternet mam, min dît ku ev slogana min kêm e, dibê ez tiştekî din jî lê zêde bikim.
Jiyan bêyî Kurdistan û bêyî înternet nabe.
dibê herdu jî hebin, ya na jiyan vala ye, wek cenderê ye…
Yanî Kurdistaneke bêyî înternet ewê bişibe Cubayê, Çînê û Îranê.
Wek meriv di zindanê da be.
Berê, gava înternet tunebû, wexta bikaranîna înternetê hîn bi meriv ra nebûbû xuy û kurm, jiyana di hucrê û di hefsê da rehettir bû.
Ez çend caran bi hefteyan di nezaret û huecreyan da mame qet ne zor bû.
Lê nuha gava meriv ji ber kompîtorê rakin û bibin bavêjin zindanê ez dibêjim jiyan ewê pir û pir zahmet be.
Çimkî înternet êdî bûye perçeyekî jiyanê, bêyî înternet jiyan nayê kişandin…
Heger hûn bawer nakin, hema hûn jî wek min hefteyekê bêyî înternet, bêyî telewîzyon û bêyî telefon bijîn.
Bi navê Xwedê nayê kişandin.
Hela ji bo kesê teqawit tew nayê kişandin.
Erê di vê nabênê da min pir xwend. Min kitêba ”Dildarê Doza Kurdistanê/Hikmet Buluttekîn” qedand û ez pir û pir û pir xemgîn bûm. Meriv însanekî wiha, çi sûc kiribe jî nakuje.
Yanî xuy, kurmê hînbûnê ”wek kelepçeyeke kilîta wê wenda bûbe”, nayê kişandin, bira…
Min dev ji cixarê berda qet ne xema min bû, tew min di heynê xwe jî dernexist. Lê ev bêbava înternetê ne wisa ye.
Û di ser da gotin eyb nebe, ez hinekî jî ji îradeya xwe razî me, lê dîsa jî di hundur da tik û tenê nayê kişandin…
Bira we bizanîbûya nuha çiqasî kêfa min li cî ye, min hemû derdên xwe û yên tirk û kurdan ji bîr kiriye û ez ji vê malmerê diherim wê malperê, wek erbê çav li penêrê ter keve, çav li serê min bûne tas…
Kurmê hînbûnê pir xeram be û weselam…
Yanî wek Disraelî gotiye, ”zincîrên hînbûnê destpêkê bi qasî ku neyê hiskirin sivik in, lê dû ra, bi qasî ku neyên şikandin xurt, saxlem dibin.”
Erê bi Xwedê, eynî wisa ye…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE