02 december 2016

Mesaja min ya ji kongreya nivîskarên kurd li Sûriyê

Ji kongreya Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriyê ra
Birayên ezîz, berî her tiştî gelek spas ji bo ku we ez vexwendime kongreya xwe ya duyem.
Di serî da ez, we birêvebirên Yekîtiya Nivîkarên kurd û hemû nûner û mîvanên kongreyê yên hêja bi dil û can silav dikim û ji kongreya we ra serketinê dixwazim.
Birayên hêja û xoşewîst, ji ber ku ez nikanim beşdarî kongreya we bibim ez gelkî xemgîn im, xwezî îmkan hebûya û îro ez jî di nava we dost û havalan da bûma.
Min gelkî dixwest îro ez li Qamîşloya rengîn bûma û piştî 33 salan bi nas, dost û hevalan ra rûniştama û rojên borî, serpêhatiyên borî yad bikira, bibîr bianiya.
Ew Qamîşloya ku di destpêka salên 1980î da ji min û bi hezaran kurdên bakur ra hêmêza xwe û dilê xwe vekir û ji me ra bû star û hêlîneke germ û ewle û bi salan em ji zulm û terora dewleta tirk parast…
Lema jî ez Qamîşloya rengîn, Serêkaniyê û camêrî û fedekariya kurdên binxetê, kurdên Kurdistana rojava tu carî ji bîr nakim, ezê tim û tim şêkirdarê we û Qamîşloyê bim.
Wek we jî gotiye, ”nivîskar wijdanê/ûjdanê gelê xwe ye.
Îro li seranserê welatê me şerekî mezin heye, gund û bajarên me wêran dikin, serê me jêdikin, bi sedhezaran mirivên me mecbûrî koçberiyê dikin.
Her roj em dibin şahidên gelek bûyerên xwînî û trajîk.
Wek nivîskar me çi dît û em çi dibînin, em dibin şahidê çi dibê em binivîsin û ji dîrokê û nifşê bê ra bikin belge.
Ji bo ku tarîx û zarokên me bizanibin ku hov û faşîstên îslamî û dewleta tirk çi anîne serê me.
Nivîskar ne tenê wîjdanê gelê xwe ye, di eynî wextê da ziman û hawara gelê xwe ye jî.
Lema jî nivîskar, şair, edîb tu carî li hemberî zulmê, neheqiyê, êrîşên neyaran bêdeng nemîne, dibe deng, tercuman û hawara gelê xwe.

Birayên ezîz û nûnerên kongrê yên giranbuha,
Gelê kurd îro li dijî Daîşê û hêzên li pişt Daîşê şerekî man û nemanê dide.
Hêzên kolonyalîst bi terorîst û çeteyên xwe yên Daîşê dixwazin li Kurdistana rojava û başûr kurdan teslîm bigirn, tevgera kurd ya netewî têk bibin û rê li ber avabûna Kurdistaneke serbixwe û azad bigrin.
Dewletên welatên me dagir kirine dixwazin bi destê qatilên Daîşê û çeteyên cîhatçî kurdan heta û heta bindest bihêlin.
Ev dewletên îşxalkar tiştê nikanin bi destê xwe û artêşên xwe bikin, bi qatilên Daêşê û hêzên îslamî didin kirin.
Lê hemû yek in û li hemberî me hemû bi hev ra ne.
Gelê me li hemberî hêzên pir hov û dirinde welatê xwe, namûsa xwe diparêze.
Bi vî şerê xwe yê li hemberî Daîşê û hêzên li pişt wê, gelê me dixwaze ji bindestiyê rizgar bibe û wek her miletî li ser axa xwe jiyaneke azad û serbixwe bijî.
Çavê me di welat û axa kesî da tuneye, em dixwazin wek her miletî li welatê xwe bibin xwedî desthilat.
Wek nivîskar, wek hunermend û ronakbîr dibê em di vî şer û liberxwedana gelê xwe da bêdeng nemînin û bi gelê xwe ra, bi egîd û xweşmêrên ku welatê me û namûsa me diparêzin ra mil bi mil şerê vî neyarê xwînxwar bikin.
Micadela û şerê kurdan li hemberî terorîstên Daîşê ne ji bo miletê kurd tenê ye, ji bo hemû gelên herêmê û dinyayê jî.
Kurd, azadiyê, demokrasiyê ne ji bo xwe tenê, ji bo gelên cîranên xwe jî dixwazin.
Gava kurd zincîrên bindestiyê bişkînin û bigihîjin azadiya xwe, ev yek ji bo gelên din jî qezenceke mezin e.
Gava terorîstên Daîşê bişikên ne kurd tenê, gelên herêmê û hemû dinya jî ji belayeke mezin xelas dibe.
Lema jî dilê hemû cîhanê bi pêşmerge û gerîlayên kurd ra ye, çavê hemû cîhanê li wan û li serketina wan e.
Bêguman emê bi ser kevin.
Çimkî em bi heq in, em azadiyê, demokrasiyê, wekheviyê û edaletê ji bo her kesî dixwazin.
Lê ji bo vê dibê em di her warî da yekîtiya xwe çêkin, destên biratiyê bidin hev, serketin di yekîtî û tifaqê da ye.
Wek hûn jî zanin ne li rojava tenê, li Tirkiyê û Kurdistana bakur jî dewleta tirk bi hovîtiyeke mezin êrîşî gelê me dike û gund û bajarên kudan wêran dikin.
Dewleta tirk li Kurdistana bakur heta nuha bi dehan bajarên me bi erdê ra tep û dûz kirin, bi hezaran zarokên me bi hovîtiyeke nedîtî kuştin, di zêrzemiyan da bi saxî şewitandin.
Bi sedhezaran kurd nuha li welatê xwe koçber in, di holik û çandiran da dijîn.
Lê miletê kurd ne bêhêvî ye, têkoşîn berdewam e. Hêza me, manewiyata me, baweriya me ya bi serketinê ji her demê xurttir e.  Dostên me, dilxwaz û xêrxwazên me, hêz û dewletên li hemberî hovan piştgiriyê didin gerîlla û pêşmergeyên qehreman îro ji her demê bêtir in.
Lema jî li Kurdistana rojava û başûr zafer miheqeq ya gelê me ye, rojên xweş û azad nêz in, emê wan rojan bibînin.
Ji kongreya we ra serketinê dixwazim.
Bijî yekîtiya netewî !
Bijî liberxwedana gelê kurd!
Bijî şerê gerîlla û pêşmerge yê li hemberî hêzên hov û îşxalkar!


Bijî azadî û Kurdistana serbixwe!
Zinarê Xamo
Stockholm
2016- 11- 17

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE