15 december 2016

Qûna mirîşkê û hêka qazê

Çavê mirîşkê li hêka qazê ket dilê wê bijiyayê, xwest ew jî hêkên bi qasî yên qazê mezin bike.
Lê bi qûna mirîşkê hêkê qazê nabe, lema jî qûna wê qelişî…
Tiştê Erdogan aniye serê dewleta tirk ev e, qûna wan qûna mirîşkê ye lê dixwazin hêkên qazê bikin.
Yanî xwe bi Emerîka û Rsyayê ra direwisînin, pêxwas û simîtfiroşê Qasimpaşayê her roj di civînên muxtaran da dibêje, çi karê Emerîka û Rûsyayê li Sûriyê heye?
Madem ew li wir in emê jî li wir bin û emê jî bi wan ra kaban bavêjin.
Kuro rebenê Xwedê, pêxwasê Qasimpaşayê, tu hesabê xwe şaş dikî, tu bi qûna mirîşkê dixwazî hêkên qazê bikî.
Lema jî wa ye qûna we qelişî !
Ma xistina Esed bi te ketiye?
Hûn nikanin xwe bi Emerîka û Rûsyayê ra birewisînin.
Ew lok in, hûn hîn torimekî biçûk in.
Hûn bi agir bin jî hûn ancax kanin erdekî bi qasî curmê xwe bişewitînin.
Bi qûna mirîşkê meriv nikane hêkên qazan bike…
Erdogan, bi hevaltiya Daîşê û hêzên îslamî û bi neyartiya bi kurdan ra nîha qûna dewleta tirk, ew tarûmar kir.
Îro li Tirkiyê dewlet mewlet nemaye, mîtoman û psîkopateke bûye her tişt, her kes li devê wî dinêre û li bende emrê wî ye.
Îşe te tuneye her şev li qesra xwe, bi xulamên xwe ra civînên ewlekariyê çêke.
Vala ye, komedî ye, li Sûriyê hûn nikanin tu jahrê jî bixwin, tu gûyî jî belav bikin!
Di şerê Helebê da tiştek pir vekirîê ye.
Tirkiyê li Helebê Daîş û hemû terorîstên îslamî ji bo ku kanibe li Kurdistana rojava rê li ber kurdan bigre, nehêle Efrîn û Kobanê bigîhên hev firot Rûsyayê û Îranê.
Rastî ev e.
Lê li Helebê ne tenê terorîstên îslamî, bi terorîstan ra Tirkiye jî têk çû, siyaseta Tirkiyê ya Sûriyê têk çû.
Hema heta ji we tê li qesra Erdogan civîninan çê kin.
Kuro Erdogan merivekî mîtoman û psîkopat e, heger hûn wek tirk dixwazin bimînin dibê hûn ji vî mîtomanî xelas bibin û dev ji neyartiya kurdan berdin.
Dostiya bi kurdan ra hûn kirin xwedî dewlet, neyrtiya bi kurdan ra ewê dewleta we belav bike.
Werin dev ji neyartiya kurdan berdin, psîkopat û faşîstên wek Erdogan û Bahçelî we dibin felaketê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE