Di roja ku dibê kurd li hemberî neyarên xwe yekîtiya xwe
çêkin, her hêzekê pişta xwe daye neyarekî, têkiliya xwe bi neyarekî ra xweş
kiriye û xubixwe bi hev ketine,ketina canê hev û dikin hev û du bixwin. Bi
taybetî jî xeta xwar ji hêzên xurt, hêzên îro pêşengiya kurdan dikin da ye, ew
zexeliyê dikin. Heger ew dev ji neyartiya hev berdin û destê biratiyê dirêjî
hev bikin hêzên din jî mecbûr in bidin dû wan.
Gelo li Kurdistana bakur, başûr û rojava bi pêşengiya van hêzan kurd ewê bigihîjin azadiya xwe ya na ez nizanim, rewş meriv pir bêhîvî dike.
Hêvî dikim mucîzeyek çê bibe, Xwedê aqilekî bide serokên van hêzan û dev ji neyartiya hev berdin…

XXX
Merivên bindest gava ji bindestiyê xelas dibin îcar ew
dikevin dewsa dîktator û çavsoran.
Îcar ew zulmê li xelkê dikin.
Tiştê li Kurdistana rojava nuha PYD dike ev e. Berê baasî li hustuyên wan siwar dibûn û tiliya xwe di çavên wan ra dikirin, nuha ew li hustuyên xelkê siwar dibin û tiliya xwe di çavên wa ra dikin.
Bi qasî ku meriv dibîne zulm berdewam e, tenê yên pêk tînin, yanî zulimkar hatine guhertin.
Bi Xwedê ev ne tu rê ye, dibê PYD zulmê li xelkê, li muxalifên xwe neke..
Zulm, zorbatî ji Esed ra nema.
Dibê însan ji we, ji îktîdara we hez bikin, ne ku bitirsin...
XXX
Her kes li ser qeder û pêşeroja Erdogan texmînekê dike, tişekî dibêje.
Hinek dibêjin Xwedê vê zulmê û hewqas derew û dijzî jê ra nahêle û miheqeq ewê hustuyê wî bişkîne.
Hinek jî dibêjin ekonomî roj bi roj xerabtir dibe, dolar bilind dibe, ev yek ewê îşê wî biqedîne.
Hinek jî dibêjin Emerîka û Ewrûpa ewê wî bixînin. Çimkî ji bo wan jî êdî bûye tahlûke.
Lê belê ne bi derbekê da, hêdî hêdî ewê belayekê jê ra peyda bikin. Çimkî bîna Emerîka fire ye.
Kî vî zalimî dixîne bira bixîne, ya muhîm ev zulm jê ra nemîne, bê ceza nemîne.
Lê problem sebir û taqet bi milet ra nemaye, kî ewê bixîne bira ji kerema xwe ra destê xwe hinekî zû bigre, vî zalmî qûş li xelkê û bi taybetî jî li kurdan qetand..

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar