09 december 2016

Sînorê ehmeqiyê tuneye...



Wek tê zanîn aqil û zeka bi sînor e, lê ehmeqî bêdawî û bêsînor e. Yek çuqasî ehmeq be jî meriv nikane bibêje ew ehmeqê dinyayê yê herî ehmeq e.
Mexlûqê bi navê Aydin Aydin haya wî ji ehmeqiya wî tuneye, xulamtiya dewleta tirk ew kiriye şahê ehmeqan.
Bêguman ehmeqên her miletî hene, lê yên kurdan him pirtir in û him jî bi xuronek û bi zengil in.
Ehmeqên wiha ancax ji nava kurdan derkevin…
Ev ehmeqê bi navê AydinAydin, çenteyek dolar avêtiye çemê Zê, ji bo ku heyraniya xwe ji perê tirk r anîşan bide, ji bo ku nîşanî Erdogan û tirkan bide ew şelafekî wan yê pir sadiq e.
Ji ber ku sînorê ehmeqiyê tuneye, ehmeq kane her tiştî bike…
Lê kesên di dawetê da ew dolar dane wî û yên dane dû ji wî ne kêmtir in, heger ew jî ne ehmeq bûna bi vî ehmeqî ra ev risim nedikişandin…

XXX
Li vî gundî bêyî haya min kes nikane diziyê bike
Suyarek diçû gundê xwe. Bi rê da ji nişka ve bû baran, ezman qelişî, aşît rabû. Ji mecbûrî dageriya gundekî li ser riya xwe û çû bû mîvanê muxtarê gund.
Muxtêr mihîna(hespa)mîvanê xwe li guhera hinekî ji malê wê da tewiland.
Piştî şîvê û şêwr û mişêwran, wexta raketinê hat. Berî ku rakeve mîvên ji muxtêr ra got:
-Muxtar, mihîna min pir bi qîmet e, me hinekî dûrî malê girê da. Gelo neyê dizîn?
Muxtêr got:
-Tu rehet û bê qaxu rakeve, li vî gundî bêyî hayamin kes nikane diziyê bike.
Tu dibêjî belkî ev anekdot(metelok, fiqre)li ser Tirkiyê hatiye gotin. Bi rastî jî bêyî haya dizê mezin kes nikane diziyê bike. Gava bike jî di netîceyê da bedelekî pir mezin dide…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE