15 december 2016

Wezîr ji polîsan ra got "înşelah ezê jî şehîd bibim û hûn jî" !

Wezîrê hawirdor û bajarvaniyê Mehmet Ozhasekî, di serdana
xwe da ji hêzên polîsên taybet ra gotiye:
”Heger Xwedê bike nesîb înşelah ezê jî şehîd bibim. Înşelah hûnê jî şehîd bibin.”
Yanî mêrik eşkere gotiye ew dixwaze were kuştin.
Û ji Xwedayê xwe hêvî dike ku hemû polîs jî wek wî werin kuştin, ji bo ku bibin şehîd.
Hêvî dikim Xwedê şehîdbûnê bike qismetê te û tu li derkê bi guleyeke kor werî kuştin.
Nuha ev mexlûqatê bi qalib însan, lê bi fikir û îdeolojiya xwe merivekî nexweş, dîn, renteleyekî beradayî wezîr e û Tirkiyê îdare dike...
Li welatekî wezîr bixwaze were kuştin, kuştinê ji xwe ra bike îdîal û ji polîsên dewletê ra jî eynî aqîbetê bixwaze, maneya xwe li wî welatî aqil nemaye, civat ketiye bin îdareya dînan û psîkopatan…
Ne me kurdan tenê, tirkan jî bela xwe dîtiye.
Îktîdara AKPê û ya îslamîst û panturkîst sibe bikeve jî Tirkiye heta 40-50 salên din nayê ser hişê xwe.
Îslamiyên faşîst qûş li civat û dewleta tirk qetandin, tirk zû bi zû nikanin ji vê tahrîbata van îslamiyên faşîst xelas bibin.




XXX


IHH, yanî Weqfa Alîkariya Însanî, di bin xêliya alîkariya bi miletê siwîl ra, bi hezaran wesayît çûne pêrgî çete û terorîstên ji Helebê direvin.
Bêguman dibê alîkariya xelkê siwîl were kirin, lê tiştê dibe ne ev tenê ye, Tirkiye dixwaze zilamên xwe, çeteyên xwe û malbatên wan xelas bike. Tu siwîl miwîl naçin Tirkiyê, ji bo ku çeteyên xwe bi silametî sewqî Idlîbê û ji wir jî Tirkyê bikin demagojiya xelkê siwîl dikin. Pi ne dûr e çeteyên ji Helebê derdixin li hemberî kurdan têxin şer. Yanî kane planeke wiha jî hebe.
Normal e, dost û hevalên hev in, di rojên teng da dibê herin hawara hev.
Lê helbet IHH viya bi serê xwe nake, bi organîze û piştgiriya dewletê dikin. Yanî hukûmet bi IHHê dide kirin.
Dixwazin merivên xwe, çeteyên xwe yê mayî ji kuştinê xelas bikin.
Dewletê 12 bajarên kurdan bi erdê ra tep û dûz kirin, bi sedhezaran xelkê swîl li kuçan man, li Kurdistanê li Şirnexê, Cizîrê, Nisêbînê û gelek derên din hîn jî bi dehhezaran xelkê siwî di holik û çandiran da dijîn.
Rojekê jî IHH, bira bi hezaran wesayit li wir bimîne, bi yek wesayitê jî neçû hawara kurdan, dendikek alîkarî jî neda kurdan.
Ji ber ku wek Daîşê û El- Qaîdeyê ew jî kurdan neyarê xwe dibîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE